ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Hesekê ji bo Efrînê meşiyan
Li bajarê Hesekê, Serêkaniyê, Til Temir û Dirbesiyê bi hezaran welatî ji bo Efrînê meşiyan. Di meşê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin. -
Gelê Rojava ji bo Efrînê dakete qadan
Bi hezaran welatî li Minbic, Dêrik, Girkê Legê û Kobanê di çarçoveya 26’ê Gulanê Roja Têkoşîna Li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk de meşiyan û çalakiyên protestoyê lidarxistin. Li aliyê din li gelek bajar û navendan êrîşên dewleta Tirk tê protestokirin. -
Şêniyên Efrînê: Leşkerên Tirk dest dirêjî namûsa me dike
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her roj sûcên mirovayetiyê dikin. -
Li Efrînê çete mirovan direvînin, fîdye dixwazin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên navçeya Şiye û Mabeta yên Efrînê gelek sivîl revandin, êşkence li wan kirin û piştre fîdye xwestin. -
Xeml û bedewiya Rojava: Girê Eyn Dîwer
Yek ji navnîşana gelê Rojavayê Kurdistanê ku bi xweşikî û bedewiya xwezaya xwe tê nasîn ku her kes berê xwe dide yê Girê Eyn Dîwer e. -
Ji gorên komî yên li Reqayê 900 cenaze hatin derxistin
Komîteya ji Nû ve Avakirina Reqayê ragihand ku ji gorên komî yên di qetlîamên çeteyên DAIŞ’ê de bûne qûrban heta niha 900 cenaze derxistine. -
Çeteyê DAIŞ’î yê Fransî hate girtin
Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Adrîana Lîonel Kayalî ê yek ji berpirsên êrîşên li Parîs û Nîsê ye, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate girtin. -
Lîsteya Efrîniyên ku dewleta Tirk ew revandin an jî kuştin
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Bakurê Sûriyeyê bi rengekî dijminane tevdigerin, Efrîniyan direvînin û dikujin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya şervanê xwe Koçer Kobanê eşkere kir yê ku li Hesekê şehîd bûbû. -
Hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê didome
Êrîş û êşkenceya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê dewam dikin. -
Ji ber êrîşa DAÎŞ'ê bi dehan milîsên Sûriye û Îranê mirin
Çeteyên DAÎŞ'ê li nêzî bajarê Palmîra yê Sûriyeyê êrîş kirin û Îranî jî di nav de nêzî 30 alîgirên rejîmê hatin kuştin. -
Artêşa Tirk taxa Şêx Meqsûd dan ber topan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li ser taxa Şêx Meqsûd bigire heta bajarokê Kefer ê Helebê barandin. -
Li Dêrikê tanka petrolê teqiya
Li Dêrikê di encama teqîna tanka petrolê de, zarokek mir, 4 kes birîndar bûn. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Koçer Kobanê hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Koçer Kobanê bi merasîmekê li goristana şehîdan spart axê. Li aliyê din nasnameya şervanê YPG’ê Ehmed Mizyed jî hate ragihandin. -
Demografiya Efrînê bi lez û bez tê guhertin
Dewleta Tirk a dagirker çete û malbatên wan li Efrînê bi cih dike. Hezar û 139 malbatên çete yên ji herêmên cuda hatine anîn, li Efrînê hatin bicihkirin. -
YPG'ê fermandar Karker û 7 şehîdên YPG'ê bi rêzdarî bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YPG’ê Fermandar Karker û 7 rêvalên wî birêzdarî bi bîr anî. -
Nasnameya 8 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. -
Rûsya û Sûriyeyê çeteyên DAÎŞ'ê bi otobusan tehliye kirin
'Keleh'a dawî ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li başûrê Şamê, bi lihevkirina hêzên rejîmê û DAÎŞ'ê hate valakirin. -
Li baregeha Îranê ya li Sûriyeyê teqînekê rû da
Li paytexta Sûriye Şamê, duh bi şev li tesîsekê teqînekê rû da. -
Çeteyên Tirk li Efrînê sivîlan direvînin û êşkenceyê li wan dikin
Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê mirovan direvînin û êşkenceyê li wan dikin. Hin kesên ji Efrînê hatin revandin, birin Hatay, Kîlîs û Ezazê. -
Dr. Akîf Kobanê: Em bi erk û berpirsyariyeke pîroz radibin
Dr. Akîf Kobanê, ku ji şerê Kobanê û vir ve tevlî hemû pêngavên li dijî DAÎŞ'ê bûye, bang li doktorên ku bi sonda Hîpokrat ve dilsoz in û saziyên alîkariyê kir ji bo destekê bidin gelê Bakurê Sûriyeyê. -
Cenazeyê Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz spartin axê
Bi sedan welatiyên Kobanê cenazeyê endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezî Çeçan (Ezîz Til Xezal) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Newres Hesekê hate veşartin
Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Elai Fadil (Newres Hesekê) bi merasîmêkê li goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Xwendekarên Kobanê karnameyên xwe girtin
Li Kobanê sala perwerdeyê ya 2017-2018'an a li dibistanên seretayî û navîn qediya. Xwendekaran karnameyên xwe girtin. -
Artêş û çeteyên dagirker ên Tirk li Efrînê bi dehan kes revandin
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li Efrînê bi zorê dikevin nava malan, mirovan direvînin û êşkenceyê li wan dikin.