Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em spasiya YPG’ê dikin

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker aramiya heremê binpê dike. Meclîsa Leşkerî a Minbicê spasiya hêzên YPG’ê jî kir.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê rewşa dawî ya Minbicê û vekişîna koma şêwirmendiyê ya YPG'ê  li baregeha Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da. Gelek fermandar û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê beşdarî daxuyaniyê bûn û daxuyanî ji aliye Berdevkê Fermî yê Minbicê Şervan Derwîş ve hate xwendin.

Daxuyaniya Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wihaye:

"Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî ragîhandina damezirandina wê di 4'ê Nîsana 2016'an de, me dest bi pêngava leşkerî ya rizgarkirina bajar û gundê wê kir. Ev pêngav  di 1'ê Hezîrana 2016'an de li dijî DAIŞ'ê dest pê kir. Me piştgirî ji YPG û Koalîsyona Navdewletî xwest da ku em rêxistina DAIŞ ji bajarê xwe û sivîlan rizgar bikin.

‘TIRKIYE BEŞDARÎ CIVÎNA MINBICÊ BÛ’

Li ser vî esasî me li bargeha Încîrlîk a li Tirkiyê civînek lidar xist. Nûnerên Amerîka û berpirsên Tirkiyê, her wiha şandeyek ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi serkêşiya Fermandarê berê yê Meclîsa me şehîd Ednan Ebû Emced amade bû. Di civînê de şerê Minbicê hate nîqaşkirin û bi beşdariya Tirkiyê lihevkirin pêk hat. Wiha pêngava leşkerî hate destpêkirin û zêdeyî 2 mehan dewam kir. Di encamê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPG bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî di 15'ê Tebaxa sala 2016'an de bajar rizgar kirin. Wiha bi hezaran welatiyên Minbicê piştî pêkanîna ewlekariyê û xizmetguzariyê vegeriyan bajar.

‘YPG 16’Ê MIJDARA 2016’AN VEKIŞIYA’

Di dîroka 16'ê mijdara sala 2016'an de me wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rêveberiya ewlekarî û leşkerî ya Minbicê wergirt. YPG'ê wê demê bi daxuyaniyeke fermî vekişîna xwe ya ji bajar ragihand. Ev yek jî bi merasîma leşkerî pêk hat.

Me wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xebatên xwe yên avakirina saziyên rêxistinî ji bo parastina bajar dewam kir. Li ser vê yekê û li ser daxwaza me komek YPG'ê ji bo xebatên perwedeyê li Minbicê man. Ew bi sîfeta şêwirmend da ku alîkariya leşkerî di warê perwedeyê de bidin Meclîsa Leşkerî man.  Ev bi awayekî koordînekirî û bi erêkirina Koalîsyona Navdewletî pêk hat. Îro û piştî 2 salan me dît ku Meclîsa me êdî dikare di aliyê perwerde û parastinê de erka xwe pêk bîne. Hêz û tecrûbeya me heye di hemû aliyên perwerdeyê û şer de pêk bîne, lewma itîfaqa bi YPG'ê re hate kirin ku koma wan a şêwirî ji Minbicê vekişe. Xebatên vekişînê wê di nava rojên pêş de pêk were.

‘EM SPASIYA HÊZÊN YPG’Ê DIKIN’

Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê careke din spasiya YPG'ê û koma şêwirmendiya leşkerî dikin ên ku alîkariya Meclîsa me kirin. Her wiha em spasiya Hêzên Koalîsyona Navdewletî dikin, em berxwedana aliyan a ji bo rizgarkirina bajarê me ji DAIŞ'ê pêk anîne, berz dinirxînin.

‘EM Ê EWLEHIYA MINBICÊ BIPARÊZIN’

Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê teqez dikin ku em dikarin parastina ewlekariya Minbic û sînorê wê ji gef û xeteriyên derve pêk bînin. Em tînin bîra Tirkiye ya ku hewl dide siyasetên xwe li ser herêmê ferz bike û ewlekarî û aramiya Minbicê ji nedîtî ve hesab dike, ku li aliyê din ê Bakurê Sûriyê tevlîhevî tê jiyîn. Li Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrîn şer, revandin, girtin û tevlîhevî tê jiyîn. Ji Tirkiyê re baştir e ku hewl bide aramiyê ji hezaran koçberên ji herêmên wan koçber dibin re peyda bikin  û derfet ji wan koçberan re were vekirin ku vegerin gundên xwe, li şûna ku ber bi Minbicê ve koçber bibin.

‘TIRKIYE ARAMIYA HERÊMÊ BINPÊ DIKE’

Hejmara koçberan barekî giran li ser me jî çêkiriye, hejmare wan ji ber şerê li Cerblus û Babê ku di navbera çekdarên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin pêk hatiye. Di heman demê de guhertina demografî ku li Efrîn û Babê pêk tê didome û NY jî ev yek belge kir. Ev nîşana herî ber bi çav a têkçûna rêveberiya mirovahî ya Tirkiya ku dixwaze aramiya herêmê binpê bike û demografiya herêmê bide guhertin, bi vê yekê jî armanca xwe ji dagirkirina bajarê Sûriyê nîşan dide. Lewma bi dehan komên çete yên girêdayî dewleta Tirk riyan qut dikin û bace li ser welatiyan feriz dikin, her wiha ciwan, jin û zarokan  direvînin û wêraniyê ji herêmê pêk tînin. Rê nadin ku sivîl vegerin gund û bajarên xwe, Tirkiyê ji herêmê re ji bilî wêranî û rûxandinê ne aniye, ev di dîmenên ku rojane ji bajarên Cerablûs, Bab, Efrîn û Ezazê ji me re diyar e. Ew tevlihevî û bê aramiya li herêmê nîşan didin.

Li aliyê din bajarê Minbicê ji dema hatiye rizgarkirin û heta niha û tevî hemû gefan têne kirin jî bi aramî û ewlekarî jiyana xwe ya rojane didomîne.”