Efrîn bi rengekî hovane tê talankirin

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, ji bo bê Kurd hiştina Efrînê, malên gel ên li navend û gundên Efrînê talan dikin.

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên ji ber DAÎŞ û El Nûsra mane, ji aliyekî ve mal, zevî, darên zeytûnê yên gelê Efrînê talan dikin, li aliyê din jî malbatên ji derve anîne li gundan bi cih dikin. Heta niha bi hezaran malbatên ji Xûta, Ezaz û cihên cuda hatine anîn li dehan gundên Efrînê hatine bicihkirin.

Malbatên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Şehbayê kirine û car carna ji bo xanî û zeviyên xwe sax bikin diçin Efrînê, dibin hedefa zext û êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete. Efrîniyan gotin, her tiştên wan hatine talankirin.

H.H. ê 70 slaî ku hefteya bihurî ji bo saxkirina mala xwe ya li Efrînê ji Şehbayê çû Efrînê, ji ANF'ê re qala tiştên ku dîtiye kir: "Ji bo mala xwe sax bikim ez çûm gund. Çi di mala min de hebûn hemû birine. Hemû xanî bi vî rengî talan kirine. Tiştek di hundir de nehiştine. Çeteyên Tirk her wiha zevî û darên zeytûnê yên malbatan li nava xwe payê kirine û wan diçinin. Ji me re gotin ku 'em ji leşkeriyê reviyane'. Ez mirovekî 70 salî me. Gelo emrê min emrê leşkeriyê ye?

MIZGEFT JÎ XERA KIRINE

Gelek xaniyên li gund xera kirine. Li gundê me hema bêjin 18 mal hene. Mizgefta gundê Qide xera kirine. Gelo li ku hatiye dîtin ku mizgeft tê xerakirin? Nêzî 40-50 malbatên Ereb li gundê Qideyê bi cih kirine. Nizanim bê ev malbat ji ku anîne. Dest danîne ser hemû zeytûnan."