Bagera Cizîrê: Gundê Fekê hate rizgarkirin

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li başûrê Hesekê 4 kîlometre pêşve çûn, gundê Fekê yê 15 kîlometre dikve başurê Şedadê û 3 gundik ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

QSD'ê duh bi armanca rizgarkirina herêmên başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê ku navenda wê bajaroka Dişîşay ye û bi mebesta parastina ewlekariya sînorê Iraq û Sûriyê, Pêngava Bagera Cizîrê dîsa da destpêkirin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Fekê û 3 gundikên girêdayî Şedadê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Hêzên QSD'ê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê hemleya xwe ya Bagera Cizîrê dan rawestandin. Çeteyên DAIŞ'ê ji vê êrîşa dewleta Tirk sûd wergirtin û careke din cihê xwe xurt kirin û hêza xwe bi cih kirin. Êrîşa dewleta Tirk temenê DAIŞ di herêmê de dirêj kir.

Şervanê QSD’ê yê bi navê Kebar ku di pêngavê de cih digre diyar kir ku heta herêmê bi temamî ji çeteyan paqij nekin wê operasyon bidomin. Şervanan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşî li pêşveçûnên şervanan bigrin sivîlan weke mertal bikartînin.

BAGERA CIZÎRÊ DÎSA DESTPÊ KIR

Bi destpêka meha Gulanê re QSD'ê careke din Pêngava Bagera Cizîrê dane destpêkirin. Duh jî QSD'ê di çarçoveya Bagera Cizîrê de hemleya rizgarkirina gundewarên başûrê rojhilatê Hesekê û paqijkirina xeta sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê dane destpêkirin.

Şervanên QSD'ê pêş ve çûna xwe ya ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê didomîn in.