Li Girê Spî komeke çeteyan a MÎT’ê hate avakirin

MÎT a ku ji nav endamên DAÎŞ’ê komeke nû ya çeteyan ava kir dixwaze ev çete li Girê Spî li dijî rayedarên rêveber û endamên QSD’ê sûîkast û sabotajê bikin.

Dewleta Tirk ji sala 2011’an û vir ve polîtîkaya xwe ya li Sûriyeyê ji ser komên çeteyan diyar kir. Dema ku ev çeteyên bi navê Birayên Misilman, Cephet El Nusra û DAÎŞ’ê li hemberî YPG û QSD’ê têk çûn, piştî 24’ê Çileya 2016’an Tirkiye bi xwe ket qada Sûriyeyê.

Dewleta Tirk di 24’ê Tebaxa 2016’an de bi dagirkeriya li ser Cerablûsê re, riha çeteyên DAÎŞ’ê qusand û ûnîformayên OSO li wan kir û ji cîhanê re gotibû ku ev kes di nav ‘Hêzên Mertala Firatê’ de ne. MÎT a ku di dagirkeriya Efrînê de çeteyên DAÎŞ’ê bi kar anî, piştî dagirkeriya Efrînê li Girê Spî û Minbîcê çalakiyên xwe zêdetir kiriye.

MÎT li Girê Spî bi alîkariya şaredarê Akçakaleyê di fermandariya endamên kevn ên DAÎŞ’ê bi navê ‘Artêşa Neteweyî ya Girê Spî’ komeke çeteyan ava kir. MÎT’ê li Girê Spî berê van çeteyan daye rayedarên rêveberiya xweser û endamên QSD’ê da ku sûîkast û sabotajan bike.

ŞAREDARÊ AKÇAKALEYÊ BERPIRSÊ AVAKIRINA KOMA ÇETEYAN E

Piştî dagirkeriya Efrînê MÎT’ê li Girê Spî ya di navbera kantonên Cizîr û Kobanê de xebatên xwe zêdetir kir. Li Riha û Akçakaleyê di nav gelê Ereb de hate gotin ku ew ê li dijî Girê Spî operasyonek were kirin û xwest pêşiya tevlêbûna koma çeteyan veke.

Şaredarê Akçakaleyê Abdulhakîm Ayhan (Ebîd El Hekîm) berpirsê avakirina vê koma çeteyan e. MÎT’ê bi rêya Ayhan li Akçakaleyê di nav gelê Ereb de gelek civîn lidarxist. Ji xeynî çeteyên ku di nav ‘Mertala Firatê’ de ne û malbatên wan, gelek endamên DAÎŞ’ê yên kevn jî tevlî van civînan bûne.

ENDAMÊN DAÎŞÊ FERMANDAR IN

Piştî civînên MÎT’ê yên mehek berê, biryar hate dayîn ku vê koma çeteyan were avakirin. Parêzerê bi navê Ekrem Dede, Salih El Hac, Ebîdûllah En Hendawî û Ebîd El Letîk Keçel tevlî civînê bûn û fermandariya vê komêhate kirin. Li gorî agahiyên pêbawer di fermandariya vê koma çeteyan de bêtir endamên DAÎŞ’ê hene.

ENDAMÊN DAÎŞ’Ê YÊN FERMANDAR

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bi dest xistiye, fermandarên ‘Artêşa Neteweyî ya Girê Spî’ ev kes in:

Ebîd El Letîf Keçel, endamê DAÎŞ’ê ye û Fermandarê Giştî yê koma çeteyan e. Keçel berê Tabûra Enwe El Heq ava kir û piştre tevlî nav refên çeteyên DAÎŞ’ê bû.

Mûsena El Letîf El Keçel fermandarê leşkerî yê 1’emîn ê komê ye û kurê Ebîd El Letîf Keçel e.

Ehmed El Hilû endamekî kevn ê DAÎŞ’ê ye û fermandarê leşkerî yê 2’emîn e. Berê Tabûra Şêx El Îslam Îbnî Teyîmiye ava kiribû û piştre tevlî DAÎŞ’ê bû. Ev kes xizmê şaredarê Akçakaleyê ye.

Esmaîl Ebîdûla El Êdo endamekî kevn ê DAÎŞ’ê ye û ew jî fermandarekî vê komê ye. El Êdo berê tevlî nav El Nusra bû û êrîşî Serêkaniyê kir. Piştî ku di nav El Nusrayê de ji ber diziya cebilxaneyê hate girtin, tabûra xwe belav kir û tevlî nav çeteyên DAÎŞ’ê bû.

Ji xeynî van kesan Ebo Reîd (Hesan Muhemed El Ûfî), Ebû Eye (Huseyîn Mehemed El Ufî) û Yasîn El Umeyr heye.

LI GIRÊ SPÎ DI ÇALAKIYÊN KONTRAYÎ DE DIXEBITIN

Li gorî agahiyên pêbawer 50 ciwanên ji eşîra El Umeyr tevlî nav vê koma çeteyan bûne. Tê diyarkirin ku ji deverên cihê jî kes tên ji bo ku tevlî nav vê komê bikin.

Saloxderên me diyarkirin ku MÎT’ê berê propaganda kiriye ew ê li dijî Girê Spî operasyonekê bike lê ji ber konjukturê vê armanca xwe taloq kiriye. Ev çete a niha ji bo ku li dijî endamên rêveberiya xweser a Girê Spî û li dijî hêzên QSD’ê çalakiyên sabotaj û sûîkastê bikin, tên xebitandin. Ev tevger tevî Tevgera Qiyam dixebite, ya ku berê li Reqa, Girê Spî û Minbîê sûîkast kiribû.

TIRKIYEYÊ ENDAMÊN DAÎŞÊ YÊN LI GIRÊ SPÎ DERBASÎ AKÇAKALEYÊ KIRIBÛ

Di sala 2015’an de di pêngava Rizgarkirina Girê Spî de bi sedan endamên DAÎŞ’ê li bajêr asê mabûn û Tirkiye gihiştibû hewara van çeteyan.

Girê Spî ya ku di navbera bajarên Cizîr û Kobanê de ye, li ser sînorê Tirkiyeyê ye. DAÎŞ’ê li ser sînorê Girê Spî alîkariya çekan û dermanan ji Tirkiyeyê distend.

Hêzên YPG û YPJ’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Rûbar Qamişlo di 16’ê Hezîrana 2015’an de dawî li dagirkeriya DAÎŞ’ê ya li Girê Spî anî. Di wê demê de bi sedan endamên DAÎŞ’ê li Girê Spî asê mabûn û Tirkiyeyê deriyê sînor ji wan re vekir û ev çete derbasî Akçakaleyê bûn.

Dewleta Tirk piştre çete ji ser sînor derbas kir û berê wan da Girê Spî. Di 28’ê Sibata 2016’an de çeteyên DAÎŞ’ê ji ser Akçakaleyê derbasî Girê Spî bûn û li ser xeta Silûk, Mebrûka û Eyn Îsa êrîşî 25 cihan kirin û 15 kesên Ereb qetil kirin. Lê ev êrîş di nava 24 saetan de ji aliyê YPG/YPJ’ê pûç hate derxistin.

ÇIMA AKÇAKALE Û GIRÊ SPÎ

Dewleta Tirk di polîtîkaya xwe ya li ser Rojava û Sûriyeyê de çeteyan bi kar tîne. Di Çileyê borî de kanala televîzyonê ya Elmanyayê ARD bi belgeyan derxistibû holê ku yek jê li Rihayê, li Tirkiyeyê 3 kampên endamên DAÎŞ’ê hene.

Çapemeniya Elmanyayê diyar kiribû ku bi hezaran ciwanên penaber li kampên

AFAD’ê ji bo şerê li Sûriye û Iraqê tên bikaranîn. Çapemeniya Elmanyayê bal kişandibû ser vî tiştî ku herî zêde li Kampa Suleyman Şah a li Akçakaleyê perwerdehiya çeteyan tê kirin.

Dewleta Tirk bi avakirina komên çeteyan dixwaze gelê Ereb li dijî Rêveberiyên Xweser ên Demokratîk sor bike û di tevgereke dagirkeriyê de bi komên çeteyan meşrûiyetê pêk bîne.