Bagera Cizîrê: Gundê Murcan hate rizgarkirin
Pêşveçûna şervanên QSD’ê didome. Şervanan îro 8 kîlometre pêşve çûn û gundê Murcan rizgar kir.
Pêşveçûna şervanên QSD’ê didome. Şervanan îro 8 kîlometre pêşve çûn û gundê Murcan rizgar kir.
Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê û başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ‘ê bi pêşveçûnên şervanên QSD‘ê didome. Şervanên QSD‘ê piştî şerê giran yê bi çeteyan re gundê Murcan ê 17 km dikeve rojhilatê navçeya Şedadê rizgar kirin.
Tîmên taybet ên QSD‘ê xebatên lêgerînê û paqijkirina ji mayînan didomînin.
Şervanên QSD‘ê di nava 24 saetan de 8 kîlometre bi pêş ve çûn.