Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD bi pêş ve diçe

Şervanên QSD’ê Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji nû ve dane destpêkirin bi pêş ve dibin. Şervan 4 kîlometre bi pêş ve çûn û 25 km ji bajarokê Dîşîşa re man.

Şervanên QSD'ê di Pêngava Bagera Cizîrê de herêmek bi qasî 4 kêlometreyan ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin. Bi vê yekê di navbera şervanên QSD'ê û bajaroka Dişîşa de tenê 25 kîlometre mane.

QSD'ê duh bi armanca rizgarkirina herêmên başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê ku navenda wê bajaroka Dişîşay ye û bi mebesta parastina ewlekariya sînorê Iraq û Sûriyê, hemleya Bagera Cizîrê  dîsa da destpêkirin.

 Piştî destpêkirina  hemleyê  bi rojekê şervanên QSD'ê 4 kîometreyan pêş ve çûn. Bi vê yekê re di navbera şervanan û bajaroka Dişîşa de 25 kîlometre maye. Di herêma ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatiye rizgarkirin devera Feka û hejmarek mezreyên yên derdora wê yên li rojhilatê Navçeya Şedadê ji çeteyan rizgar kirin.

 Hêzên QSD'ê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê hemleya xwe ya Bagera Cizîrê dan rawestandin. Çeteyên DAIŞ'ê ji vê êrîşa dewleta Tirk sûd wergirtin û careke din cihê xwe xurt kirin û hêza xwe bi cih kirin. Êrîşa dewleta Tirk temenê DAIŞ di herêmê de dirêj kir.

BAGERA CIZÎRÊ DÎSA DEST PÊ KIR

Bi destpêka meha Gulanê re QSD'ê careke din hemleya Bagera Cizîrê dane destpêkirin. Duh jî QSD'ê di çarçoveya Bagera Cizîrê de hemleya rizgarkirina gundewarên başûr-rojhilatê Hesekê û paqijkirina xeta sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê dane destpêkirin.

Şervanên QSD'ê pêş ve çûna xwe ya ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê didomîn in.

ŞERVAN BI BIRYARIN

Şervanê QSD’ê Loren Amed û Xiri El Elî têkildarî pêngavê ji ANHA’yê re axivîn û diyar kirin ku pêşwaziya sivîlên ji çeteyên DAIŞ’ê direvin dikin û wê çeteyan têk bibin.