'Em ê bi rengekî azad vegerin Efrînê'

Ji Yekîtiya Êzidiyan Gulêcan Fer ku navenda wan ji aliyê artêşa Tirk ve hate teqandin, anî ziman ku dewleta Tirk bi zanebûn cih û warên dîrokî ji holê radike. Fer got, bi berxwedanê wê li Efrîna azad vegerin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, roja Sêşemê navenda Yekîtiya Êzidiyan teqandin. Li vê navendê ku berê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû bombekirin, tevî pirtûkên li ser baweriya Êzidiyan, yekane peykerê Zerdeşt ê li Rojhilat Navîn hebû. Nûnera jinan a Yekîtiya Êzidiyan Gulêcan Fer li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Gulêcan Fer diyar kir ku weke civaka Êzidî ew rêxistinbûyî bûn û got, "Me sala 2007'an li Helebê kongreya xwe ya yekemîn kirin. Li Helebê komîteyên me hebûn. Rêveberên Yekîtiya Êzidiyan hebûn. Dema ku şoreşê dest pê kir em amade bûn. Me yekser dest bi karê xwe kirin. Sala 2012'an li gundê Basûfanê me yekemîn Mala Êzidiyan vekir. Piştî bi sedan salan, me zarokên xwe li gorî baweriya Êzidiyatiyê perwerde kirin. Şoreş ji bo me firsendeke gelekî girîng bû. Ji ber vê yekê me bi lez û bez û bi xurtî dest bi karê xwe kirin."

Li ser dem û armancên avabûna Yekîtiya Êzidiyan Gulêcan Fer got, "Li Kantona Efrînê yekîtiya hemû bawerî û hindikahiyan ava bû. Weke Êzidiyan me jî cihê xwe di nav de girtin. Êzidî yekemcar dibû xwedî komîte û navendekê, bi rengekî serbixwe perwerdeya baweriya xwe didîtin û xwe bi rêxistin dikirin. Yekîtiya Êziidyan sala 2013'an li navenda Efrînê ava bû. Me konferansa xwe ya destpêkê li wir kir. Yekemcar sîstema hevserokatiyê hate avakirin û 7 komîteyên jin, hiqûq, perwerde, ciwan, çapemenî û çandê hatin damezrandin. Van komîteyan xwe digihand gundên Êzidiyan ên li Efrînê. Li Efrînê 22 gundên Êzidiyan hene. Gelek gundên mîna Basûfanê û Feqîra bi temamî Êzidî bûn. Me li her gundî navendek ava kir. Li van navendan jî perwerdeya jin û zarokan hate dayin. Di dîroka Kurdan de, ji hezaran salan û vir ve yekemcar di nava sîstema Xweseriya Demokratîk de olê Êzidiyatiyê hate qebûlkirin. Bi rengekî serbixwe me dest bi kar kir."

Gulêcan Fer bi bîr xist ku li navenda Êzidiyan a hate hilweşandin, yekemîn peykerê Zerdeşt hebû û wiha dewam kir: "Welatparêzekî ji gundê Kurzelê diyarî kiribû. Ji gundê Qibare jî welatparêzekî qubeya Laleş diyarî navenda me kiribû. Dema ku mirov bala xwe bidin dîrokê, wê bibînin ku hemû komkujiyên li dijî Kurdan û civaka Êzidiyan bi destê Osmaniyan hatine kirin. Dewleta Tirk xwe lê ranegirt ku li Efrînê hemû hindikahî û ol li hev dicive û xwe bi rêxistin dikin. Êrîş bir ser Kantona Efrînê. Bi zanebûn komkujî kir û cih û warên me yên dîrokî hilweşand. Hemû navendên me hilweşand.

Di berxwedana mezin a 58 rojan a YPG/YPJ'ê de me jî cih girt. Me bang li tevahiya cîhanê kirin, lê belê em ji nedîtî ve hatin. Rê li ber Erdogan vekirin. Erdogan jî li dijî yekîtiya gelan, çand û baweriyan bi siyaseta tinekirinê tevdigere."

Gulêcan Fer anî ziman ku mîna hemû Efrîniyan ew jî niha li Şehbayê tevî gelê xwe li ber xwe dide û wê vê berxwedana xwe bidomînin. Fer got, "Me li Kampa Serdemê navendek ava kir. Heta ku bi rengekî azad li Efrînê vegerin, em ê nesekinin û li ber xwe bidin."