Gelê Minbicê: Em Tirkiyê naxwazin

Şandeya Koalîsyona Navnetewî bi gelê Minbicê û rêveberiya wê re rûnişt. Gel û endamên rêveberiyê gotin ew li Minbicê Tirkiyê naxwazin.

Piştî ku wezîrên karê derve yê DYA û Tirkiyê 4’ê Hezîranê li hev rûniştin û ragihandin ku wan li ser Minbicê li hev kiriye Koalîsyonê îro saet 09.00’an serdana Minbicê kir.

Şandeya Koalîsyonê ku di nav de General James Gerard, Captaîn Wîll, Sefîrê berê yê Siûdî yê DYA’yê Wîllîam Roubak jî hebûn, li gel Hevserokê Komîteya Karê Navxwe yê Minbicê Ebd Mistefa û Hevserokê Komîteya Têkiliyên Nav Gel Adil Evdileselam li kuçeyên Minbicê bi gel re civat kirin.

‘EM ARAMIYÊ DIXWAZIN, TIRKIYÊ NAXWAZIN’

Minbiciyên ku bi şandeyê re axivîn bal kişandin ser gefên dewleta Tirk ên dagirkirinê û gotin, Minbic xwe rê ve dibe û ew Tirkiyê li wan deran naxwazin.

Şandeyê piştî ku li gel guhdarî kir serdana avahiya Rêveberiya Sivîl a Minbicê kir, bi endamên komîteyê û baêr re rûnişt.

Li gorî agahiyên ku hatine standin endamên Rêveberiya Sivîl a Minbicê gotine ew Tirkiyê naxwazin.

RAYEDARÊN DYA’YÊ MÎSOGER KIRIN

Li gorî agahiyên xwecih mijara civînê ew bû ku bersivê bidin peymana li ser Minbicê ya di navbeyna Tirkiyê û DYA’yê de. Jêderan diyar kirin li ser helwesta gelê Minbicê û rêveveberiya wê rayedarên DYA’yê mîsoger kirine ku ew ê destûrê nedin ku komên çekdar derbasî Minbicê bibin.