Li gelek bajaran Denîz Poyraz hate bîranîn

Denîz Poyraz a ku di sala 2021’an de di êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ji hêla kujer Onur Gencer ve hate qetilkirin, di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de di çalakiyên li Riha, Meletî û Mêrsînê de hate bîranîn.

Denîz Poyraz di salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran bi çalakiyan hate bîranîn. Di daxuyaniyên ku bi pêşengiya DEM Partiyê de hatin dayîn de, bûyera êrîşê hat bibîr xistin û hate destnîşan kirin ku têkoşîneke aştiyê ya bi rûmet a li ser bingeha wekhevî û azadiya gelan dê berdewam bike. Di bîranînên li Riha, Meletî û Mêrsînê de, behsa banga Rêber Apo hate kirin û peyama ku serdema nû dê bi têkoşîna civakî û rûbirûbûnê were teşekirin, hate dayîn.

RIHA

Meclîsa Jinan a Rihayê ya DEM Partiyê, diyar kir ku Denîz Poyraz di êrîşeke rêxistinkirî de hatiye qetilkirin. Hevseroka Bajêr Ayşe Surucu, anî ziman ku bi banga Rêber Apo re pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got ku heta hêzên tarî neyên eşkerekirin mirov nikare behsa aştiyek bi rûmet û civakî bike. Ayşe Surucu got ku ew xwe li dora vê bangê bi rêxistin dikin.

MELETÎ

Rêxistina DEM Partiyê ya Meletî li qada konteyniran çalakiya bîranînê pêk anî. Rêxistinê, diyar kir ku têkoşîna Denîz Poyraz dê berdewam bike. Nûnerên DBP û MEBYA-DER’ê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.

MÊRSÎN

Di bîranîna li ber Avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê de pankartek bi nivîsa "Denîz Poyraz nemir e" hate vekirin û dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin. Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr Bedriye Kuş, got ku êrîş beşek ji zexta sîstematîk e.

Parlamenter Perîhan Koca, anî ziman ku cînayet siyasî ye û diyar kir ku aştiya rastîn bi têkoşîna gel mimkun e û got, "Soza me dê avakirina aştiyek bi rûmet be."