Wênegirê Tirkmen: Me ji Tirkan biparêzin

Îmad Mûsa yê Minbicî ku ji ber wênegirî dikir ketî lîsteya kuştinê ya DAÎŞ’ê got, ‘’DAÎŞ û leşkerên Tirk yek in. Em naxwazin dewleta Tirk êrîşê bîne ser jiyana me ya vir bi azadî’’.

Îmad Mûsa ku debara xwe bi wênegiriyê dike, dema DAÎŞ’ê pîşeyê wî jî di nav de, hemû mafên wî hatin desteserkirin. Vê pêvajoyê, dema ji bo ku xwe xilas bike reviyayî li ser sînorê Tirkiyê rastiya dewleta Tirk nas dike. Îmad Mûsa ku îro li Minbicê bi azadî karê xwe dike, got li dijî dewleta Tirk divê hemû mirovahî xwe bike mertal.

Mûsa Tirkmenek e. Serboriya xwe ya dema BEAS,OSO, DAÎŞ’ê vegot. Mûsa got dema serweriya BEAS’ê wan nedikarî Tirkembûna xwe bijîn û got, ‘’Em ne azad bûn. Me çanda Ereban dijî. Xwendina me bi Erebî bû’’, bi domdarî got dema DAÎŞ’ê zext zêdetir bûne. Mûsa got dema DAÎŞ’ê wî nikarîbûye ku karê xwe bike û domand: ‘’Min li Minbicê wênegirî dikir û DAÎŞ’ê girtina wêneyan qedexe kir. Ez jî bêkar mam, wê demê bi  dizîka min wênegirî dikir. DAÎŞ kurxalekî min girt. Li Tebqayê girtî ma û di ber pereyan e hate berdan. Dema ku kurxalê min hate berdan li min jî digeriyan.’’

BÊKAR BÛM Û MIN XWE VEDIŞART

Mûsa got wî xwestiye ku bireve Tirkiyê lê li ser sînor ew vegerandin û domand: ‘’Em çûne sînorê Cerablûsê. Leşkerên Tirk gotin, ‘’Ji vir biçin an na em ê bang li fermandarê DAÎŞ’ê bikin.’’ Di navbeyna wan de tifaqek hebû û fermandarê Tirk ev digot. Ji ber vê nêzîktêdayina wan me nikarîbû derbas bibin, em vegeriyan û neçar man ku bi dizîka bijîn Ez ji bo ku neyêm girtin min nikarîbû ji mal derkevim û bêkar mabûm.’’

EM XWE RÊ VE DIBIN

Mûsa got li Minbicê ew ne rejîmê û ne jî Tirkiyê dixwazin û domand: ‘’Tirkiyê tenê teror da me, ne tiştekî dî. Minbic me azad kir û dîsa em dixwazin xwe rê ve bibin. Êdî em bi xwe bawer in. Êdî em dikarin ji xwe re bibêjin, ‘em mirov in’. Di vê pêvajoya demokratîk de her kes heqê xwe distîne, her kes diçe ser karê xwe. Zarok îro diçine dibistanan. Em ji van bêpar bûn. Em êdî dizanin ku em Tirkmen in û em bi çanda xwe, bi zimanê xwe dijîn. Di pergala berdest de her rehekek xwedî temsîlê ye. Ne tenê Tirkmen, Ereb, Çerkez, Kurd, hemû xwedî temsîlê ne.

ME JI TIRKAN BIPARÊZIN

DAÎŞ û leşkerên Tirk yek in. Ji hev ne cuda ne. Ez li vir dixwazim bang li cîhanê bikm; me ji Tirkan biparêzin û em dixwazin li vir bi azadî bijîn.