Pêngava Bagera Cizîrê: 3 gund û 7 gundik hatin rizgarkirin

Şervanên QSD’ê ku li eniyên Holê û Şedadê bi pêş ve diçin, li nêzî bajarokê Dişîşê yê başûrêrojhilatê Hesekê 3 gund û 7 mezrik azad kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanên wan li bejahiya Şedadê 7 km bi pêş ve çûne, gundên El Mercan, Kileb Tehtanî û El Xoyre û 7 mezrik azad kirine.

Navenda Ragihandina QSD’ê diyar kir li gundê Kilebê di navbeyna şervanan û çeteyên QSD’ê de şer çêbûye, her wiha motosîklêtekî çeteyan jî bûye hedef.
Hate gotin şervanan li gundê Mercanê gelek mayin rakirine û her wiha li gund tûneleke çeteyan jî hatiye dîtin.

Di şer re 4 jê serek çete 46 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin, 2 şervanên QSD’ê jî bibîndar bûn. Hate gotin rewşa birîndaran baş e.

ENIYA HOLÊ

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê eniya Holê jî got: ‘’Şervanên ku tevlî pêngavê bûn li herêma Holê ketin tevgerê. Li vir şervanên me 7,5 km dane ber xwe. Çete nikarin li ber xwe bidin, bi êrîşên hewanan hewl didin ku nehêlin şervanên me bi pêş ve biçin.’’

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê got hêzên Koalîsyona Navnetewî jî di pêngavê de desteka hewayî didin şervanan û domand: ‘’Koalîsyona Navnetewî 21 caran çeteyên ku di tevgerê de bûn bombe kirin, 47 caran top avêtine mewziyên çeteyan. Bi bombeyên balafiran, topan û şerê rasterast 3 HAMMER, 2 HÎ LUX, yek motosîklêt û 2 mewziyên çeteyan hatin rûxandin.’’