YPG’ê nasnameya 3 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ên ku li Dêrazorê şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe yên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir ên ku li Dêrazorê şehîd bûbûn.

Di daxuyaniya YPG'’ê de ev tişt hatin diyarkirin.

“Pêngava Bagera Cizîrê ya qonaxa temamkirina rizgarkirina gundewarên başûrê rojhilatê Hesekê bi pêşveçûnên şervanên Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) ku hêzên me YPG-YPJ jî di vê pêngavê de cihê xwe digirin, bi hemû leza xwe didome. Di vê qonaxa duyemîn de piştî şerên dijwar yên di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de 6 gund hatin rizgarkirin û derbên giran li çeteyan hate dayîn. Hebûna çeteyên DAIŞ’ê a li vê herêmê ber bi tunebûnê ve diçe.

 Di navbera  27’ê Gulanê û 7’ê Hezîranê de li gundên ku hatin rizgarkirin pevçûnên giran di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ’ê de derket. Rêhevalên me Elîşêr, Esîr û Şam Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.

 Em her sê rêhevalên xwe  bi bîr tînin ên ku li Dêrezorê şehîd bûne. Em soza xwe ya têkoşînê ya ji bo tacîdarkirina serkeftinê careke din dubare dikin.”

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Elîşêr

Nav û Paşnav: Selman Mihemed

Navê Dayikê: Xerma

Navê Bav: Ebîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dema  Şehadetê: Dêra Zor / 7'ê Hezîrana  2018'an

***

Nasnav: Esîr

Nav û Paşnav: Mihemed Abud

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Kamil

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Cih û Dema  Şehadetê: Dêra Zor / 27'ê  Gulana 2018'an

***

Nasnav: Şam Hesekê

Nav û Paşnav: Sihêl El Ehmed

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Îsmaîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 6'ê Hezîrana 2018'an