Şervanên QSD’ê êrîşa DAIŞ’ê ya li Reqayê têk bir

Êrîşa çeteyê DAIŞ’ê ya ji 4 kesan pêk dihat ku êrîşî nuqteyên hêzên QSD’ê yên li Reqayê dikirin, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin. Di êrîşê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser nuqteyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Reqayê daxuyaniyek da, hate diyarkirin ku ji bo çeteyên revîn bê girtin dest bi operasyonekê kirine.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev tişt got: “ 4 kesên ku tê texmînkirin ku girêdayî çeteyên DIAŞ’ê ne, 5’ê Hezîrana 2018 (îro) saet derdorî 03:00’an li dijî nuqteyên leşkerî yên QSD’ê yên li nêzî Sendîkaya Mîmaran a Reqayê kirin.

Şervanên QSD’ê di cih de bersiv da, şervanak sivik birîndar bû. 3 ji çeteyên êrîş kirin hatin kuştin, çeteyê din jî birîndar reviya. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo çeteyê revî bigirin dest bi operasyonê kirine.”