Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Gundê Ebû Hamda hate rizgarkirin

Şervanên QSD’ê di qonaxa duyemin a Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Ebû Hamda ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê û başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ‘ê bi pêşveçûnên şervanên QSD‘ê didome. Şervanên QSD‘ê piştî şerê giran yê bi çeteyan re gundê Ebû Hamda yê 4 kîlometre durî bajarokê Dişîşa ye rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê roja 7'ê Hezîranê li bejahiya navçeya Şedadê 7 kîlometre pêşve çûbûn û gundê El Merca, Kileb Tehtanî û El Xoyre û 7 gundikên dikeve vê herêmê rizagar kirîbû.

QSD li eniya Holê jî ragihandibû ku 7.5 kîlometre pêşve çûne.