Cenazeyê endamê Asayişê Seyîd hate veşartin

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Dirbêsiyê cenazeyê endamê Asayîşê Ebdulrehman Seyîd bi merasîmekê li Goristan Şehîd Rustem Cûdî hate veşartin.

Bi amadebûna welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê cenazeyê endamê Asayîşê Ebdulrehman Seyîd ê dema li navçeya Til Temir li ser erkê bû şehîd ket, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekê ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê.

Darbesta şehîd li goristanê bi dirûşman hate pêşwazîkirin û merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Mabatên Şehîdan Mihemed Xetîb, Endamê Rêveberiya Asayîşê Usama Temir û Endamê Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Ebdulah Şêxaka axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ser erkê şervanan û berxwedana wan. Dîsa soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de jî cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hate veşartin.