ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Eyn Îsayê didin ber topan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojhilatê Eyn Îsayê didin ber topan. -
Li navenda Efrînê du dagirker hatin kuştin
Di salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk de Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li navenda Efrînê çalakiyek pêk anîn. Di encame de 2 dagirker hatin kuştin. -
Şehîd Ramî El Hemed li Dêra zorê veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ramî Xalid El Hemed li Dêra Zorê bi merasîmeke girseyî veşartin. -
Dagirkeran gundên Şehbayê dan ber topan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şehbayê dan ber topan. -
Li Rojava bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê li qadan bûn
Li gelek bajarên Rojava gel ji ber 2’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daketin qadan û peyama “Em rûhê berxwedanê geş bikin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî azad bikin” dan. -
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Şera û Şêrawa dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên anvçeyên Şera û Şêrawa yên Kantona Efrînê dibarîne. Li aliyê din gundên Şehbayê bi top û moşekan tê topbarankirin. -
Xelkê Efrînê dagirkeriya li Efrînê şermezar kirin
Bi hezaran xelkê Efrînê û gaziyên Berxwedana Serdemê di salvegera duyamîn a dagirkirina Efrînê de li Şehbayê bi meşeke girseyî şermezar kirin. -
Xwendekarên Efrînî bi çalakiyekê dagirkerî protesto kirin
Xwendekarên Efrînî li pêşiya nûnertiya Netewên Yekbûyî (NY) a li Qamişloyê salvegera dagirkirina Efrînê protesto kirin. -
Li Girê Spî terora destgîrkirinê
Dewleta Tirk a dagirker piştî îlankirina qedexeya derve ya li Girê Spî dest bi terora destgîrkirina mirovan kir. -
MSD: Li dijî dagirkeriyê divê şerê rizgariyê bê ragihandin
MSD'ê bang li gelê Efrînê û herêmên din ên dagirkirî kir û diyar kir, "Divê em şerê rizgariyê ragihînin." -
Dewleta Tirk bombeyan li gundên Şerayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gelek gundên navçeya Şera ya Efrînê dibarîne. -
Yûsif: Pirsgirêka Efrînê pirsgirêka Sûriyeyê ye
Endama Desteya Rêvebir a TEV-DEM’ê Yûsif: Gelê Kurd di warê yekîtiya neteweyî de, yekîtiyeke giyanî ava kiriye. Bi tenê PYD ji Efrînê derneket, kesekî ji ENKS’ê jî nikare li wir bimîne. -
Xelkê Efrînê li dijî dagirkeriyê daket qadan
Xelkê Efrînê ku li navçeya Ehrezê bicih bûne di 2’emîn salvegera êrîşên dagirkirina Efrînê de daketin qadan û meşek lidarxistin. -
Li Kobanê cenazeyê du şehîdan bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Kobanê cenazeyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ehmed Akyuz (Bawer Agir) û Reşîd Reşîd (Reşîd) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Li Hesekê ji bo 15 şehîdên QSD’ê merasîmeke hate lidarxistin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl El-Misto (Sexir Til Hemîs) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. Di merasîmê de nasnameya 14 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Tinekirina Terorê ya li Baxozê de şehîd bûbûn, hate eşkerekirin. -
Tabûra Ermenan Hrant Dînk bi bîr anî
Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermen di salvegera 13’emîn a qetilkirina wî de rojnameger Hrant Dînk û sê jinên şoreşger ên Kurd bi bîr anî yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Nesir hate veşartin
Welatiyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Abdulqadir Esfer veşartin. Li aliyê din di merasîmê de nasnameya şehîd Hemîd El-Xelef hate eşkere kirin ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû. -
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Hisên hate veşartin
Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mihemed Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a gundê Pino yê herêma Şiqeyêfê veşartin. -
Rêveberiya Xweser a Efrînê: Têkoşîna me heta rizgarkirina Efrînê wê bidome
Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku dagirkerî û talana li Efrînê bi dawî bikin û garantiya vegera şêniyên Efrînê bikin. -
HBDH: Hevgirtina Efrînê peywira gelan e
Komîteya Rêveber a HBDH’ê bi wesîleya dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku hevgirtina Efrînê peywira gelan e. -
PYD: Efrîn wê azad bibe!
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji ber salvegera duyemîn a destpêkirin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek weşand. PYD'ê destnîşan kir ku Efrîn wê azad bibe û şêniyên wê, wê li malên xwe vegerin. -
Dewleta Tirk li Girê Spî qedexeya derketina derve ragihand
Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî ya ku 9'ê Cotmehê dagir kiribû qedexeya derketina derve ragihand. -
QSD berpirsyarê DAÎŞ'ê yê Dêra Zorê hate bêbandorkirin
Yekîneyên antî terorê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Dêra Zorê bi operasyonekê Ebû Elwer El Iraqî bê bandor kirin, ku El Iraqî berpirsayrê petrolê yê DAÎŞ'ê yê li Dêra Zorê bû û êriş organîze dikir. -
HRE'yê li Efrîn û Ezazê lê da: 6 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn û Ezazê li dagirkeran xistin. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 6 dagirker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne. -
Hêzên dagirker êrîşî gundê Erîda dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Erîda yê Girê Spî dikin.