Cenazeyê şervanê QSD’ê Nesir hate veşartin

Welatiyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Abdulqadir Esfer veşartin. Li aliyê din di merasîmê de nasnameya şehîd Hemîd El-Xelef hate eşkere kirin ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû.

Bi sedan welatiyên Reqa û gundarên wê cenazeyê şervanê QSD`ê Abdulqadir Esfer (Nesir) ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû bi merasîmekê li goristana şehîdan a li gundê El-Hikumiyê veşartin.

Merasîm li goristanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Arîf Ebo Ebdo axivî û wiha got; “Şervanên QSD’ê bi fedakariyekê li eniyan şer dikin. Şervanan li beramberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk, DAÎŞ û El Nûsrayê bendekî xurt ava kirine. Heta rizgarkirian hemû herêmên dagirkirî wê têkoşîn bidome û em ê rêya şehîdan bişopînin.”

Yek ji endamên rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Nadiya Ehemd jî sersaxî da malbata şehîdan û diyar kir ku şehîdan bi fedakariyên xwe rêya azadî û rûmetê ji nifşên bên re, xêz kirin.

Piştre endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîne El-Elî wesîqeta şehîd Nesir xwend û nasnameya şehîd Hemîd El-Xelef (Kawa) ku di Cotmeha sala borî di Berxwedana Rûmetê de li derdorê bajarê Girê Spî şehîd bû, ragihand.

Girseya gel cenazeyê şervanê QSD’ê Nesir bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.