Li Rojava bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê li qadan bûn

Li gelek bajarên Rojava gel ji ber 2’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daketin qadan û peyama “Em rûhê berxwedanê geş bikin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî azad bikin” dan.

QAMIŞLO

Bi dirûşma "Dê rihê berxwedanê bilind bikin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo bi boneya salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê, meşek li dar xist.

Girseya gel li Çerxerêya Osman Sebrî ya li taxa Hîlaliyê ya rojahilatê bajarê Qamişlo kom bû. Şêniyan çiqilên zeytûnan, wêneyên qurbaniyên êrişên dewleta Tirk li ser Efrînê û pankartên bi nivîsên "Ka wijdanê mirovahiyê", "Na ji şerê li dijî zarokan re", "Dê bi rihê berxwedana Şengalê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" û "Dewleta Tirk a dagirker, dagirkerê dizîn û talanê ye" hildan.

Girseya gel ji Çerxerêya Osman Sebrî bi rê ket û ber bi Çarxerêya Şehîd Rûbar a li gel Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ve tevî dirûşmên "Bi rihê berxwedanê dê Efrînê rizgar bikin", "Berxwedana jiyan e" û "Bimire dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê" ketin rê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Cewherî parastina şêniyan kir.

Li Çerxerêya Şehîd Rûbar meş vegerî mîtîngê û piştre rêvebera Kongreya Star Şemsê Xan Gilo axivî û wiha got: "Îro li vir kom bûne ku silavan li keç û xortên xwe yên li eniyên şer, malbatên şehîdan û rêber Ocalan bikin.”

Şemsê Xan Gilo diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û komkujiyên li dijî gelê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê vîna wan naşikînin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di têkoşîn û berxwedana xwe de berdewam e.

Şemsê anî ziman ku dê her çiqilekê bikin mayin û di sîngê dewleta Tirk dagirker de biteqînin û berxwedana gelê Efrînê berdewam e û bal kişand ser ku gelê herêmê di têkbirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û qewitandina ji herêmên ku dagir kirine de, bi israr in.

Şemsê bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dewleta Tirk bi hezaran şênî neçarî koçberiyê kirin, bi sedan şênî organên laşên xwe winda kirin û li hember van sûcên dewleta Tirk a dagirker ew bê deng in.

GIRKÊ LEGÊ / ÇILAXA

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û Çilaxa salvegera duyemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê, şermezar kirin.

Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsa "Em ê asta berxwedanê bilind bikin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, Bi rihê berxwedana Şengalê em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" hatin hildan.

Xwepêşandan li navenda navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve şermezar kir û wiha anî ziman: "Efrîn ji herêmên herî ewle li Sûriyê bû. Beriya şer şêniyên herêmên din berê xwe dida Efrînê. Dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir da ku projeya neteweya demokratîk têk bibe û serkeftinên gelê Kurd têk bibe. Lê belê bi rihê berxwedanê em ê xaka xwe ya ku hatiye dagirkirin, rizgar bikin."

Mitîng bi dirûşmên şermezarkirina dagirkirina Efrînê bi dawî bû.

DÊRIK

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê di salvegera duyemîn a êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê de daketin qadan. Bi hezaran şênî, endamên meclisa malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî li Qada Azadî ya bajêr kom bûn.

Di xwepêşandanê de pankartên "Pêkhateyên gelên Sûriyê dagirkeriya Osmanî qebûl nakin", "Em ê asta berxwedanê bilind bikin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin", wêneyên şehîdên komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê ve li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatine, her wiha wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê  hatin hildan.

Di xwepêşandanê de dirûşmên şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ji guhertina demografîk li herêmên ku dagir kirine, hatin berzkirin.

Xwepêşandan ber bi dêra Mart Şemûnî ve çû. Li wê derê veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Sahib Osman tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Herêma Efrînê herî ewle bû. Bi sed hezaran koçberên Sûriyê ku ji ber şer koçber bûbûn, berê xwe didan Efrînê."

TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên Til Koçerê salvegera duyemîn a destpêkirina êrişan li dijî kantona Efrînê, bi xwepêşandanekê şermezar kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçerê Newwaf Xedan êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û wiha axivî: "Em dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar dikin. Armaca Erdogan ku serkêşiya AKP’ê dike, derxistina fitneyê, dagirkirina xakê û kuştina sivîlên bêguneh e. Dewleta Tirk bajarên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên Sûriyê dagir kirin û niha berê terora xwe daye Lîbyayê da ku herêmên serweriya împartoriya xwe ya Osmanî berfireh bike û terorê li Rojhilata Navîn belav bike.

Xwepêşandan bi siloganên ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin, bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê û endamên saziyên sivîl û meclisan ji bo salvegera duyemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê meşek li dar xist. Meşê ji pêş Meclisa navçeya Til Hemîsê dest pê kir, her wiha xwepêşdêran pankartên bi nivîsên "Bi rihê berxwedana şehîdên Şengalê, dê Efrîn, Serêkanî û Girê Spî rizgar bikin", wêneyên zarokên ku bi destê artêşa dewleta Tirk dagirker şehîd bûbûn, hildan.

Xwepêşandêran alên QSD’ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Kongreya Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çiqilên zeytûnê hildan.

Xwepêşandêr li tevahî kolanên sereke girîn û li pêş Qada Şehîdan a naverasta navçeya Til Hemîsê deqeyekê rêz girt. Piştre bi navê Kongreya Star rêveber Coza Hasod û bi navê Malbatên Şehîdan hevserok Ehmed El-Ebawî axivîn.

Coza Hasod piştrast kir ku cîhan berxwedana ku şêniyên Efrînê li hember dewleta Tirk a dagirker pêk anîne û 58 rojan dewam kiriye, dizane.

Ji aliyê xwe ve, Xalib Seidon wiha got: "Faşîzma Tirk êrişên barbarî û derexlaqî li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn û tevahî çekên pêşketî li diijî şêniyên me yên Efrînê bi kar anî."

AMÛDÊ

Girêdayî heman mijarê, bi sedan şêniyên navçeya Amûdê meşek li dar xist. Meş ji pêş Çerxerêya Şehîd Cîhan a naverasta navçeyê tevî hilgirtina wêneyên qurbaniyên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çiqilên zeytûnê dest pê kir.

Meşvanan dirûşmên "Dewleta Tirk, mêtinger e", "Na ji kuştina zarokan re", "Çiqilên zeytûnê biparêzin" û  "Berxwedan jiyan e" berz kirin.

Meş li pêş Navenda Ciwanan a Amûdê vegerî mîtîngê, piştre hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û destnîşan kir ku gelê Efrînê li hember dewleta Tirk a dagirker bi lehengî parastina axa xwe kir û berxwedaneke 58 rojan pêk anî.

Kenan wiha diyar kir: "Me soz da ku gel parastina herêmên xwe bikin û em di soza xwe ya parastinê de berdewam in û ji rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî venagerin."

Berekat anî ziman ku gelê herêma Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê hebûna dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nake û wiha got: "Dewleta Tirk, dewleteke dagirker e û divê der barê siysetên dagirkirina herêmên me de baldar bin. Ji ber siyaseta wan li ser qirkirin û îmhakirina herêm û guhartina demokrafiya herêmê ye."

Kenan destnîşan kir ku pêwîst e NY’yê pêngavên cidê û lezgîn der barê derxistina dewleta Tirk a dagirker ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne da ku şêniyên koçber li herêmên xwe vegerin.

TIBESPIYÊ

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi tevahî pêkhateyên xwe êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê di 20’ê Çileya 2018’an de bi meşekê şermezar kirin. Meş ji pêş Navenda Kongreya Star dest pê kir.

Meşvanan pankartên "Dê rihê berxwedanê bilind bikin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin", "Dewleta Tirk, dewleteke dagirker, talanker û diz e", alên YPG, YPJ, QSD’ê û çiqilên zeytûnê hilgirtin.

Meşvan li sûka navendî ya navçeya Tirbespiyê gerîn û dirûşmên li dijî dewleta Tirk a dagirker berz dan. Meşvanan bang li civaka navdewletî kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Barkur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin.

Meş li sûka navendî vegerî mîtîngê û rêvebera Kongre Star Asya Cuma axivî û got ku hedefa sereke ya dewleta Tirk derbekirina projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê ye.

DIRBESIYÊ

Bi dirûşma "Dê rihê berxwdanê bilind bikin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê meşek ji bo şermezarkirina destpêkirina êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê û dagirkirina herêmê li dar xist. Her wiha li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê berxwedaneke bêhempa ji hêla şêniyên Efrînê ve bi dema 58 rojan li ber xwe da.

Xwepêşandêr li ser rêya sereke ya ber bi bajarê Hesekê ve kom bûn, şêniyan al û sembokên ku îşaretê bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, wêneyên komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê pêk anîne, bi taybet wêneyên zarokên şehîd hildan.

Meş ji pêş Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke û şaxî yên navçeyê girî. Xwepêşandêran dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê û êrişên hê jî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Girê Spî û Serêkaniyê berdewam dikin, berz dan.

Piştî xwepêşandêr gihîştin Çerxerêya Şehîdan a aliyên rojava ji navçeyê ya li ser rêya Serêkaniyê, deqeyeke rêz girt û piştre endama Koordînasyona Kongre Star Rîhan Loqo axivî û piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk ku bi wê re bû 2 sal in Efrîn hatiye dagirkirin, ne tenê gelê Kurd an Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girt, lê belê tevahî gelên herêmê hedef girtin.

Rîhan Loqo bêdengiya navdewletî der barê domana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyan ji revandin, kuştin û dizîna dewlemendiya herêmê, şermezar kir.

Rîhan Loqo diyar kir ku êrişên dewleta Tirk projeya demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên ku çeteyên DAIŞ’ê têk birine, hedef girt.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Rîhan Loqo destnîşan kir ku pêwîst e tevahî pêkhate hevgirtî bin û lez bidin yekitiya kurdî, ji ber êrişên li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, berdewama xewna Erdoganê Osmanî û êrişên wê li dijî Efrînê ye. Gelên herêmê tevahî planên dewleta Tirk ên li herêmê, têk birin û bang li hevgirtin û civandina li dora projeya demokratîk û hêzên wan kir.

ŞEDADÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê tevî saizyên sivîl ên bajarokê Dişêşa û El-Erîşê, di salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê de meşiyan.

Meşvan li pêş avahiya meclisa navçeya Şedadê kom bûn û alên QSD û pankertên bi nivîsên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rakirin.

Meşvan di kolanên sereke yên navçeyê re meşiyan û li qada sereke ya nêzî avahiya Gerînediya Erdên Petrolê, rawestiyan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk li kantona Hesekê Mustafa El-Ehmed axivî û tekez kir ku gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pişta gelê Efrînê û herêmên din ên dagirkirî ne. her wiha got ruhê berxwedanê dihêle ku îro li seranserî herêmê meş pêk bên.

El-Ehmed diyar kir ku Tirkiye hewl dide herêmên di bin serweriya xwe de berfireh bike û împetoriya xwe ya osmanî ji nû ve ava bike. Her wiha hewl dide demogrefiya herêmên Sûriyê biguherîne.

El-Ehmed destnîşan kir ku dê sînaryoya Efînê dê li Girê Spî û Serêkaniyê dûbare nebe û wiha axivî: "Ruhê berxwedanê li cem gel û şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ên ku welêt diparêzin heye. Rojên pêşiya me dê vê yekê tekez bikin."

Meş bi siloganên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê bi dawî bû.

TIL TEMIR

Meclîsa navçeya Til Temirê têkildarî salvegera êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê, ji aliyê endama Kongreya Star Çinar Yusif ve hate xwendin.

Şêniyên Til Temirê wêneyên şehîdên azadiyê û pankartên ‘Em ê berxwedanê bilind bikin, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî rizgar bikin’ û ‘Êrişên li ser pakrewangehan êrişên li ser nirxên mirovî ne’ hildan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên hovanê qanûnên ku mafên mirovan binpê dikin û wiha berdewam bû: “Bi êrişan re demografiya herêmê hat guherandin û qirqirina li ser gelê Kurd pêk anîn. Ev êriş û dagirkeriya dewleta Tirk armanca jenosîdê bû. Li ber çavên tevahî cîhanê pêk hat û tu dewlet helwestên tund li dijî êrişan nîşan nekirin. Rêxistina gelê Efrînê ji bo nexşeya nû ya Sûriya azad û demokratîk mînak bû. Di meriyetê jî derket holê ku 58 rojan ew gelê binirx li ber xwe da. Dewleta Tirk bi hevkariya Rûsya, rejîma Sûriyê û bi bêdengiya Koalîsyona Navdewletî di serî de Amerîka, êrişên xwe pêk anîn. Dagirkeriya dewleta Tirk rakirina tola DAIŞ’ê bû. Guhertina demografîk ku niha li Efrînê pêk tê, cîhan hemû berpirs e. Divê bi lez û bez êdî pêşî li dagirekeriya dewleta Tirk û armancên wê yên guhertina demografiyê bê girtin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.

TILBIRAK

 Xwepêşandan ji têketina başûrê navçeyê dest bi meşê kirin.Xwepêşandanan pankartên bi nivîsên"Bi rihê berxwedana şehîdên Şengalê em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, em ê rihê berxwedanê bilind bikin û Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin"Li gel vê yekê xwepêşandêran alên QSD`ê, Kongreya Star û wêneyê Rêberê Gelê Kurd rakirin.

Xwepêşandan ber bi kolana sereke ya navçeyê ve çûn û li wir deqak rêzgirtin girtin, paşê hevserokê navçeya Tilberak Mihmed Alî û ser navê PYD`ê Sûriya Feyad axivîn.

Mihmed wiha anî, em ê bêdengiya rêxistinên mirovî û dewletan beramberî êrişên artêşa Tirk û bipêkirinên rojane yên li dijî gelên herêmê û xakê bişkînin û bang li wan dikin ku garantiya vegera şêniyan li herêmên wan bidin.

Endama PYD`ê Sûriya Feyad jî axivî û got, artêşa Tirk li dijî Girê Spî û Efrînê binpêkirinan pêk tîne, li gel vê yekê herêmên navborî bi guhartina demografî re rû bi rû dimînin û malbatên komên çeteyên li malên sivîlan bi cih dikin.

Meş bi sloganên"Bijî berxwedana gelên Efrînê, bimire Erdogan û çeteyên xwe"bi dawî bû.

HESEKÊ

 Bi rasthatina salvegera êrişên artêşa Tirk li dijî kantona Efrînê bi sedan pêkhateyên bajarê Hesekê daketin qadan.

Rêveberiya bajarê Hesekê bi hevkariya Kongreya Star û bi slogana"Em ê rihê berxwedanê bilind bikin û Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî bajarê Efrînê meşek li dar xistin.

Xwepêşandanan pankartên bi nivîsên"Gelî jinan ji Efrînê serî hildin" û wêneyên zarokên komkujiya Tilrifetê û şaxên zeytûnan anku nîşana aşîtiyê rakirin.

Xwepêşandan ji pêşiya nexweşxaneya tenduristiyê ya navçeya Til Hecer dest pê kir û ber bi qada Şehîd Agirî ve çûn, xwepêşandêran sloganên"Hilweşe dewleta faşîst a Tirkiyê." Berz kirin.

Xwepêşandêran li qada Şehîd Agirî deqak rêzgirtin û paşê ser navê Kongreya Star şaxê Hesekê rêvebera bi navê Muna Yusif axivî û got, di van rojan de em salvegera duyemîn a êrişên artêşa Tirk li dijî bajarê Efrînê pêşwazî dikin.Erdoganê faşîst bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe û planên dagirkeriyê, li gel vê yekê projeya Neteweya Demokratîk û nasnameya jinên azad têk bibe, li dijî herêmê dest bi pênava"Şaxê Zeytûnê"kir.

Muna Yusif wiha dawî li axaftina xwe anî, oparasyona Erdoganê faşîst li dijî gelên Efrînê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirin û koçberkirina bi darê zorê bû, li gel vê yekê artêşa Tirk sivîl qetilkirin, mal û milk wêrankirin û li dijî zarokên bê guneh komkujî pêk anî, mînaka wê jî komkujiya Tilrifetê ye ku di encamê de bêhtirî 8 zarokan bûn qurban.

Meş bi sloganên"Bijî berxwedana gelan, na ji dagirkeriya artêşa Tirk li dijî xaka Sûriyê re"bi dawî bû.

HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên parêzgeha Helebê bi rasthatina salvegera duyemîn a êrişên arêtşa Tirk li dijî kantona Efrînê û bi slogana "Soz em ê Efrînê rizgar bikin û dê artêşa Tirk dewam neke, Efrîn a me ye" daketin qadan.

Bi hezaran xwepêşandan li pêşiya hola civînan a bi navê "Qebû Yasîn Yasîn" a li rojavayê taxê kom bûn.Xwepêşandarên alên YPG, YPJ, PYD, Kongreya Star, ciwanan rakirin.

Meş ji pêşiya hola civînan dest pê kir û sloganên "Bijî berxwedana Efrînê û Serdemê, bijî Efrînê azad, Tirkiyê derkeve derve, Efrîn a me ye ne ya dagirkeriyê Tirkiryê" berz kirin û şaxên zeytûnan û wêneyên zarokên komkujiya li dijî Efrînê pêk anîn rakirin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Destên xwe ji Rojava bikişîne, ey kujer Erdogan, komkujî û êrişên li dijî Efrînê berdewamiya komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."rakirin.

Meş ji kolanên taxê ber bi kolana sereke ya ku diçe rojhilatê taxê û qada Cibanat a aliyê rojhilat çûn.

Li gel vê yekê hevserokê PYD`yê Xerîb Hiso, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Fehîma Hemû, Enddama rêxistina Efîrnê ya Partiya Şiwî Sûrî Hikmet Colaq axivîn.

Qisekeran soza berdewamiya têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk dan û bal kişandin ser ku Efrîn dê nebe mala terorîstan.

Her wiha xwepêşandanan destnîşan kirin ku projeya dewleta Tirk qirkirina dîrok, çanda gelan û pêkanîna komkujî û binpêkirinan e, her wiha projeya berfirehkirina cografiya dagirkirinê ye.

Xwepêşandanan îşaret bi berxwedana gelên Efrînê ya 58 rojan kirin û gotin, berxwedana li dijî arêşa Tirk heta roja îro berdewam e, Efrînê ya xwedanê xwe ye.

Xwepêşandan bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Efînê û Berxwedana Serdemê û na ji êrişên artêşa Tirk"bi dawî bû.