Xwendekarên Efrînî bi çalakiyekê dagirkerî protesto kirin

Xwendekarên Efrînî li pêşiya nûnertiya Netewên Yekbûyî (NY) a li Qamişloyê salvegera dagirkirina Efrînê protesto kirin.

Meclîsa Xwendekarên Efrînê ya Herêma Cizîrê bi boneya salvegera 2`yemîn a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser kantona Efrînê daxuyaniyek li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Qamişlo da.

‘ÊRÎŞ JÎ Û BERXWEDAN JÎ MEZIN BÛ’

Daxuyanî wiha ye:

"Berxwedan, têkoşîn û serhildan her tim para me Kurdan e. Dijminên me û ji kûrahiya dîrokê ve hewldana xwe ya qirkirin û îmhakirinê li ser gelê Kurd li çar aliyên welat dikin, mînakên wê jî gelek in, wekî komkujiya Geliyê Zîlan, Dêrsim, komkujiya ku li ser berxwedêrên xweseriyê li Bakurê Kurdistanê, Enfal, Helebçe, Kobanê, Efrîn û herî dawî jî Serêkaniyê û Girê Spî .

Hewldana wan her tim ev e, wekî her carê dîrok ji her du aliyan ve xwe dubare dike û berxwedana gelê Kurd her ku diçe xurttir dibe .

Dewleta faşîst û dagirker a Tirk bi destwerdaneke veşartî ji dewletên ku qaşo xwe wek serweriya cîhanê dibînin û bi serkêşiya serçeteyê sedsala 21'an Erdogan û bi şêwazekî hovane di dîroka reş a 20`ê Çileya 2018`an de êrişî bajarê zeytûn û hinaran, bajara Avesta, Îlan û Barînan anku bajarê Efrînê kir .

Li gorî daxuyaniyên serçeteyê mezin Erdogan, wê di hundirê 3 rojan de derbasî bajêr bibûna, lê belê ew xeyal nedikirin ku gel û şervanên hebûn û rûmetê bi şerê gel ê şoreşgerî wê li hemberî wan efsaneyên dîrokî saz bikin .

Bi pêşengiya Avesta, Barîn û Karkeran bi hezaran efsaneyên dîrokî di dirêjiya 58 rojan de hatin neqişandin û rojane berxwedan geştir û bilindtir dibe.

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ HATE KIRIN

Em MeclÎsa Xwendekarên Efrînê, ev roja reş bi tundî şermezar dikin û ji bêdengiya saziyên qaşo mafên mirov, jin û zarokan diparêzin, dibêjin êdî bes e ji bêdengiya we re, em hene û em ê her hebin û em ê ta rizgarkirina Efrînê û tevahî axê tê bikoşin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Erdogan terorîst" bi dawî bû.