Tabûra Ermenan Hrant Dînk bi bîr anî

Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermen di salvegera 13’emîn a qetilkirina wî de rojnameger Hrant Dînk û sê jinên şoreşger ên Kurd bi bîr anî yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.

Bîranîn bi merasîma leşkerî dest pê kir. Paşê fermandarê tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan, Nûbar Melyonyan bi Ermenî û Kurdî axivî.

Fermandar Nûbar, Hrant Dînk bî rêzdarî bîr anî û got: “Rêhevalê me Hrant Dînk şoreşgerekî Ermen bû ku li ser heqîqata derxistina komkujiyan meşiya. Rexmî ewqas gefên dewleta Tirk, dîsa jî li hember gefan serî netewand. Di heman mehê de li Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan jî bi rengekî hovane bi destê dewleta Tirk a dagirker wekî Hrant Dînk hatin qetilkirin. Ev rêhevalên me dizanîbûn ku bê bedeldayîn azadiya em bi dest naxin. Lê wan şoreşgeran tu carî serî li hember hovîtiyê netewandin. Em tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin, riya wan riya me ye.”

Şervana jin ya endama Tabûra Şehîd Nûbar Ozan, Sosin Serkîs ji tekildarî salvegera qetilkirina Hrant Dînk anî ziman ku li ser armanca tinekirina Ermeniyan Hrant Dînk hat qetilkirin û got: “Me hêz û girîngiya rêxistinbûna xwe ji têkoşîn û berxwedana şehîd Hrant Dînk wergirt. Ew jî bû bingeh ji me re û di gavavetinên me de cih girt. Dewleta Tirk a dagirker îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gelan komkujiyan pêk tîne. Li ser tolhildana şehîd Hrant Dînk û Sakîne Cansiz em ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warên xwe derxinîn û wan tine bikin. Heya dawî em ê li ber xwe bidin û li ser şopa şehîdan em ê bimeşin. ”