Eyn Îsayê didin ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojhilatê Eyn Îsayê didin ber topan.

Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmeke 10 kêlometre dikeve rojhilatê Eyn Îsayê didin ber topan. Têkildarî encamên topbaranê agahiyên zelal nehatin girtin.

Dewleta Tirk hema bêje her roj herêmên girêdayî Rojava û Fedarasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sîstematîk didin bomberdûman dikin. Di hedefa wan de jîngehên sivîl hene.

20’ê Çileyê saet derdorî 19:00’an gundên Eyn Deqna û Semoqiye yên Şehbayê bûn hedefa dagirkeran.

Heman rojê saetê êvarî gundên Meranaz, Malikiyê, Şiwarax, Kela Şiwara û Aqlemiyê yên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bi dijwarî hate topbarankirin.