Dewleta Tirk bombeyan li gundên Şerayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gelek gundên navçeya Şera ya Efrînê dibarîne.
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gelek gundên navçeya Şera ya Efrînê dibarîne.
Li gorî agahiyan, saet di 12:00 a dema herêmê de, gundên Meranaz, Malîkiye, Şîwarxa, Kela Şîwarxa û Alqemiyeyê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bi dijwarî hatinb ombekirin. Li ser êrişê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
Dewleta Tirk hema her roj bombeyan li herêmên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne. Bi taybetî jî êrişî qadên sivîlan dike.
Di 19'ê Çileyê de roja Yekşemê dewleta Tirk bi şev topbaran li gundê Merenaz ê Şerayê û gundê Belûniye yê Şehbayê kir.
Di 8'ê Çileyê de gundê Semûka yê Şehbayê bû hedefa obusan. Di 17'ê Çileyê de vê carê gundê Soxanek ê navçeya Şerawa ya Efrînê bû hedefa bombardûmanê. Heman rojê bombardûmaneke giran li gundên Beylûniye û Eyn Deqne yên Şehbayê hate kirin.