Xelkê Efrînê li dijî dagirkeriyê daket qadan

Xelkê Efrînê ku li navçeya Ehrezê bicih bûne di 2’emîn salvegera êrîşên dagirkirina Efrînê de daketin qadan û meşek lidarxistin.

Xelkê  Efrînê yê ku ji Efrînê koçber bûye û li navçeya Ehrezê bi cih bûye di 2’emîn salvegera êrîşên dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daketin qadan û meşek lidarxist.

Welatiyên Efrînê li ber avahiya dibistanê li hev civiyan û ber bi goristana Şehîdên Serdemê ve meşiyan.

Di meşê de dirûşmeyên “Bi rihê pakrewanên azadiyê em ê komployê têk bibin, jiyanê bikin berxwedan” hate berzkirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên serdemê deqîqeyek rêz hate girtin û bi zimanê Erebî û Kurdî daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya bi zimanê Kurd ji aliyê endamê komîteya perwerdeya civaka demokratîk Evdar Elo û ya bi zimanê Tirkî jî ji aliyê Zekiye Îsmaîl ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

“Di dîroka 20’ ê Çile di sala 2018’an de, dewleta Tirk û çeteyên wê Êrîşeke hovane li ser Efrînê dan kirin, êrîş li ser hemû navçe û gundên Efrînê bû, 74’ balafir li se ezmanê Efrînê rabûn, şer du heyvan berdewam kir. Gelê Efrînê û hêzên YPG û YPJ’ê li ber xwe dan û têkoşiyan. Dewleta faşîst li ser gelême yê sivîl hemû çekên xwe yê giran bikar anîn, û komkujî pêkanîn. Di encama wê şerî e 1500 şehîd têde jin û zarok û kesên temen mezin bûn, lê mixabin cîhan her tim bê deng bûn û guhên xwe girtibûn.

Em Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê  xeteriya rewşa heyî ya li Efrîn a dagirkerî û Şehbayê ku kampên koçberan lê hene tînin bîra raya giştî. Li pêşberî çavê cîhanê herêma Efrîn ya ewle hate dagirkirin. Efrîn bi sîstemeke ku mafê hemû pêkhate, ol û mezheb diparast xwe bi rêve dibirin.

Li ser vê yekê em malbatên şehîdan û malbatên ku ji ber şer ziyan dîtine bang li Konseye Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku erk û berpirsyartiyên xwe yên mirovî û hiqûqî bi cih bîne û bi lez li gorî pîvan û qanûnên navdewletî tevbigerin û dagirkeriya Tirk a li tevahî herêmên Sûriyê (Ezaz, Bab, Cerablus û Efrînê) bi dawî bike.

Careke din em teqez dikin ku tiştên dewleta Tirk a faşîst dike nayê tehemulkirin. Nabe gelê Efrînê di bin zulmê de bimîne. Em gelê berxwedêr û qedîm û xwedê maf in, dagirkeriya li ser xaka xwe û binpêkirinên mafan û kuştina zarokan bi xwîneke sar qebûl nakin. Em dibînin ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî li beramberî vê rewşê yek ji sedemên ku dihêle Tirkiyê zêdegaviyên xwe bidomîne û aloziya li Rojhilata Navîn gurtir bike. Ev yek îhtîmala veguhestina terorê li dewletên erebî  rojavayê bi giştî zêde dike."