ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Jina ku xwest zaroka astengdar rizgar bike birînar bû
Jina li gunda Başemrê ya li navçeya Şêrewa di encama bomberdûmana dewleta Tirk de birîndar bû, derket holê ku dema dixwest zaroka astengdar ji bomberdûman rizgar bike birîndar bûye. -
Dagirkeran bombe li Şera û Şêrewa ya Efrînê barandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li gundên navçeya Şera û Şêrewa ya Efrînê barandin. -
HRE: 4 çete hatin kuştin û 8 çete jî birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hêzên wan li Efrîn û derdora wê çalakî li dar xistine û di van çalakiyan de 4 çete hatine kuştin û 8 çete jî birîndar bûne. -
Li bajarokê Hecînê ji ber teqîna motosîkletê 6 kes birîndar bûn
Li bazara bajarokê Hecin yê Dera Zorê motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin. Di teqînê de 6 kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê bombe li gundê Qizelî barandin
Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê bombe li gundê Qizelî ya Girê Spî barandin. -
Dagirkeran êrîşî gundê Erîda kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrîş bire ser gundê Erîda. -
Cansiz, Dogan û Şaylemez li Dêrikê hatin bibîranîn
Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêrikê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin bibîr anîn. -
QSD'ê ji bo bi hezaran kesên hatin windakirin komîsyonek ava kir
Fermandariya Giştî ya QSD'ê ji bo bi hezaran kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aqûbeta wan nediyar e komîsyonek ava kir. Hate ragihandin ku herî kêm aqûbeta 3 hezar û 286 kesî nayê zanîn. -
4 şervanên ku li Dêrazorê û Hesekê şehîd bûbûn hatin veşartin
4 şervanên ku li Dêrazor û Hesekê şehîd bûbûn li Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Gundên Eyn Îsa ji aliyê artêşa Tirk ve tên bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker topan li du gundên Eyn Îsayê dibarîne. Li ser gelek gundên li herêmê drone difirin. -
Çeteyên Tirk li Eyn Îsayê rê dibirin û diziyê dikin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê li ser rêya Ebû Sira û Xalidiyê wesayit û malên sivîlan desteser kirin. -
Li Sûriyeyê li dijî Haşdî Şabî êrişa hewayî hate kirin: 8 kes mirin
Li rojhilatê Sûriyeyê li dijî Haşdî Şabî ku alîgirê Îranê ye êrişeke hewayî hate kirin. Hate ragihandin ku 8 milîs hatine kuştin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Babê 2 sivîl qetil kirin
Li Babê di encama şerê di navbera komên çete yên bi navê Cebhet El Şamiye û Ehrar El Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de rû dayî, 2 sivîl mirin. -
Qetlîama Parîsê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin
Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz , Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn. -
QSD: Êrîşên dagirkeran hatin şikandin, 7 çete hatin kuştin
QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand. -
Balafirên keşfê li cihê asayîşa Eyn Îsayê dan- NÛ BÛ
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li cihê asayîşê yê li ketina Eyn Îsayê dan û 2 kes birîndar bûn. -
Kongreya Star: Em ê bersiveke xurt bidin kujeran!
Kongreya Star jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî û destnîşan kir ku wê bersiveke mezin bidin kujeran. -
4 hezar û 500 Rojavayî li warê xwe vegeriyan
4 hezar û 500 Rojavayî ku ji ber êrişên dagirkeriyê neçar man koç bikin li warê xwe vegeriyan. -
Dagirker leşkeran sewqî gundên Til Temirê dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo gundên Til Temir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmarek zêde leşker sewq kirin. -
Êrîşa dagirkeran hate têkbirin
Êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundê Dibis a Eyn Îsayê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate têkbirin. -
'Erdogan li ser sînorê Ewropayê ji çeteyan re ‘herême ewle’ ava dike'
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê diyar kir ku Erdogan çeteyan ji Sûriyeyê dibe Lîbyayê û li ser sînorê Ewropayê ji cîhadîstan re ‘herêma ewle’ ava dike. -
Endamê Hêzên Asayîşa Rojava Hoşeng li Dêra Zorê şehîd bû
Hêzên Asayîşa Rojava ragihand ku endamê wan Mehmûd Hoşeng li Dêra Zorê dema dewriye digeriyan di encam êrîşekê de şehîd bû. -
Cenazeyê şehîd Rojhilat Amed bi merasîmekê hate veşartin
Li Qamişloyê cenazeyê Şehîd Rojhilata Amed (Remedan Baran) bi merasîmekê hate veşartin. -
Bi merasîmekê şervanek li Til Temirê spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Mehmûd Mihmed li Til Temir a girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekê spartin axê. -
Li Şehbayê cenazeyê şehîd Rustem Cûdî hate veşartin
Welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG’ê Rustem Cûdî bi merasîmekê li navçeya Ehrezê veşartin. Di merasîmê de şehîd Sîpan Efrîn hate bibîranîn.