ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji bo piştgiriya bi Rojava re wesayitên ThyssenKrûpp şewitandin
Komên çep ên radîkal ên Elman, çalakiyên şewitandina wesayitên şîrketa mezin a Elman a hesin-pola ThyssenKrûppê li xwe girt. Komên çep ragihandin ku ThyssenKrûpp ji artêşa Tirk re malzemeyên leşkerî hildiberîne. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Şerayê dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Meranaz ya Şerayê dikin. -
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî bakurê Helebê dikin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî taxên bakur rojavayê Helebê kirin. -
Dagirker êrîşî rêya M4 dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Xalidiyê yê Eyn Îsa û rêya M4 dikin. -
Rêxistinên civaka sivîl ji bo Kampa Waşûkanî daxuyanî dan
Rêxistinên civaka sivîl ji bo Kampa Waşûkanî li Kampa Serdemê daxuyanî dan -
HRE: 3 çete hatin kuştin, wesayîtek hate rûxandin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) 30’ê Çileyê li dijî wesayîteke ya çeteyên Feyleaq el-Şam li gundê Gûraqliya û Qizilbaşa ya Şerayê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. -
Çeteyên dewleta Tirk êrîş kirin: 10 leşkerên rejîmê mirin-NÛ BÛ
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê êrîşî hêzên rejîmê kir û 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê kuştin, tankek jî rûxandin. Êrîşa çeteyan hate şikandin û gelek çete hatin kuştin. -
Hêzên dagirker gundên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî topbaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şera, Serêkaniyê û Girê Spî bi dijwarî topbaran dike. -
Dagirkeran li gundên Şerayê darên zeytûnan dibirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Şera ya Efrînê darên zeytûnan dibirin. -
Dewleta Tirk li Idlibê li ser Rêya M4 û M5’an nuqteyên nû ava dike
Dewleta Tirk li Idlibê li ser rêya M4 û M5’an li navçeya Serakîb nûqeyên nû ava dike. -
'Rêya Arîn, Barîn û Avestayan nîşaneya serketinê ye'
Şervanên YPJ'ê Bêrîtan û Arîn soza bilindkirina xeta Avesta Xabûr dan û gotin: "Em wek Yekîneyên Parastina Jinê YPJ em ê her li ser xeta şehîdên xwe bin û em ê rêya wan heya dawî bişopînin û emê ti car dagirkeriyê ser axa xwe qebûl nekin." -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Girê Spî bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Erîda yê Girê Spî topbaran dike. -
Qetliamên dewleta Tirk li Til Rifatê hate şermezarkirin
Meclîsên Til Rifat û Efrîê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qetlîamên wê şermezar kirin. -
Rojavayiyên koçber bûne vegeriyan malên xwe
Rojavayiyên ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mabûn ku koçberî Başûrê Kurdistanê bibin, vegeriyan malên xwe. -
HRE'yê li baregeha dagirkeran xist: 3 çawişên pispor hatin kuştin
HRE'yê ragihand, ku li navçeya Şera ya Efrînê li baregeheke artêşa Tirk xistine û di encamê de 3 çawişên pispor ên dagirker hatine kuştin. -
Dagirkeran li Girê Spî sivîlekî din revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê El Hewîc ê Girê Spî avêtin ser malekê û sivîlek birîndar kirin û revandin. -
Êrîşa li Til Temirê hate têkbirin
Êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Um El Kêf a Til Temirê ji aliyê şervanan ve hate têkbirin. -
Êrîşî gundên Şehba û Efrînê dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên Şehba, navçeya Şêrewa û Şera ya Efrînê dikin. -
Çeteyên dewleta Tirk şerê hev dikin
Di navbera hêza polîs a dewleta Tirk a dagirker qaşo li Serêkaniyê avakiriye û komên çete yên bi navê Sûltan Mûrat û Ehrar El Şam de şer qewimî. -
Navê zarokê ku dewleta Tirk ew qetil kir, diyar bû
Li Til Rifatê di êrîşa dagirkeran de zarokê bi navê Nadir Ehmed Ehmed Ebûd mir, zarokê bi navê Mihemed Emîn Ehmed Hecî Îsa jî birîndar bû. -
Dewleta Tirk li Til Rifatê zarokeke 11 salî qetil kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Til Rifat dan ber topan û di encamê de zarokeke 11 salî hate qetilkirin. -
Li Til Temirê bersiva êrîşên dagirkeran hate dayîn: 2 dagirker mirin
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Xabûr ên li gundê Um El Xêr a Til Temirê bersiva êrîşên çeteyên Enqere destekê dide wan dan, 3 dagirker hatin kuştin. -
Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Til Temirê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Soxanekê û Aqîbe yên Şêrawa û gundê Um El-Xêr yê navçeya Til Temirê topbaran dike. -
Rêveberiya Xweser a Efrînê: Heta rizgarkirinê berxwedan wê bidome
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Herêma Efrînê di 6’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê de daxuyaniyek da û got; “Têkoşîn û berxwedan wê heta rizgarkirina Efrînê bidome. -
HRE: Li Efrînê 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di 27'ê Çileyê de bi çalakiyên sekvanî 2 dagirker hatine kuştin. Li Şerayê jî droneyeke artêşa Tirk hate xistin.