Rêveberiya Xweser a Efrînê: Têkoşîna me heta rizgarkirina Efrînê wê bidome
Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku dagirkerî û talana li Efrînê bi dawî bikin û garantiya vegera şêniyên Efrînê bikin.
Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku dagirkerî û talana li Efrînê bi dawî bikin û garantiya vegera şêniyên Efrînê bikin.
Dewleta Tirk a dagirker di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrişên ji bo dagirkirina Efrînê kiribû û di meha Adarê de jî bajar dagir kiribû.
Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê di salvegera duyemîn a êrîşên li dijî Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Bi boneya salvegera duyemîn a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê, li qada Sûriyeyê û taybet li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna aloziyên di navbera hêzên destwerdanê li kar û barên Sûriyeyê dikin de, zêde dibin û ew jî li ser hesabê gelê wê di navbera aliyê desteka hikumetê û aliyê din ê desteka hêzên radîkal û teror ên bi nûnertiya dewleta Tirk a dagirker dikin, pêk tên. Her wiha van hêzan tevahî derfetên xwe ji bo wêrankirina Sûriyeyê, jihevkirina civaka Sûriyeyê, bi taybet Kurd, bi hedefa qirkirina wê û derbekirina projeya siyasî ya demokratî ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, bi kar tîne."
Dewleta Tirk piştî têkçûna wê ya li ser garantiya hêzên teror bi taybet rêxistina DAÎŞ’ê, bi destê QSD’ê rasterast destwerdan kir û rê da ku DAÎŞ careke din xwe bi rêxistin bike. Dewleta Tirk bi alîkariya deh hezaran ji çete û bi bikaranîna hemû cureyên çekan, tevî çekên qedexekirî û pêşketî, Efrîn dagir kir û yekser sivîl, binesazî, şûnwar û qirkirina Kurdan a çandî û hebûna wan kir hedef û êrişên wê yên hovane rastî berxwedaneke 58 rojan hat.
Em wek Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê berdewama dewletan û rêxistinan der barê bêdengî û binpêkirinên rojane li Efrînê pêk tên de şermezar dikin û bang dikin ku bi erka xwe rabin û dagirkeriyê bi dawî bikin û garantiya vegera şêniyên Efrînê bikin.
Em şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne, soz didin şehîd, malbatên wan û rêber Apo, wê têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê bidomînin."