Şehîd Ramî El Hemed li Dêra zorê veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ramî Xalid El Hemed li Dêra Zorê bi merasîmeke girseyî veşartin.

Bi sedan şêniyên Dêra Zorê tevlî merasîma cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ramî Xalid El-Hemed ê ku 13`ê Çileyê şehîd bûye bûn.

Şêniyan cenazeyê şehîd bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Hanî El-Hesen ve ya li herêma El-Basîra ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve destpê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdna Wefa El-Celal axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Wefa rola şehîdan ji bo rizgarkirina herêmê ji DAÎŞ û afirandina jiyanek azad û ewle ji gelên herêmê re silav kir. Her wiha soza şopandina têkoşîna wan heta pêkanîna tevahiya armancên ku ji bone wê canê xwe feda kirine, da.

Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyê şehîd Ramî Xalid El-Hemed li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.