HRE'yê li Efrîn û Ezazê lê da: 6 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn û Ezazê li dagirkeran xistin. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 6 dagirker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn û Ezazê li dagirkeran xistin. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 6 dagirker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
HRE'yê têkildarî çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku li herêmên Efrîn û Ezazê di 17 û 18'ê Çileyê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakiyên xurt hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di 17'ê Çileyê de hêzên HRE'yê li Ezazê li baregeheke artêşa Tirk a dagirker xist û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.
Hate ragihandin ku di şeva 17'ê Çileyê û sibeha 18'ê Çileyê de li derdora gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin û di encamê de 6 çeteyên Firqat Hemzet hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her wiha 17 û 18’ê Çileyê, artêşa dagirker gelek gundên herêmên Efrîn û Şehbayê bi obusan bombebaran kirin. Li ser herêmê hîn jî tevgera balafirên keşfê berdewam dike."