Dewleta Tirk li Girê Spî qedexeya derketina derve ragihand
Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî ya ku 9'ê Cotmehê dagir kiribû qedexeya derketina derve ragihand.
Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî ya ku 9'ê Cotmehê dagir kiribû qedexeya derketina derve ragihand.
Li gorî agahiyên ku ji şêniyên herêmê hatiye standin, dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî û gundên wê û li navçeya Silûkê qedexeya derketina derve ragihand.
Tê gotin ji ber sedema qedexeyê şêniyên bajêr ji ber hewcehiyên sereke yên mîna nan û avê jî nikarin derkevin. Nayê zanîn bê ka çima qedexe hatiye danîn.
Dewleta Tirk 9'ê Cotmehê Girê Spî dagir kiribû û çeteyên xwe li wir bi cih kirin. Van rojên dawî li herêmê li dijî dagirkeran helwest zêde dibin û çalakiyên protestoyê çêdibin.