Li navenda Efrînê du dagirker hatin kuştin
Di salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk de Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li navenda Efrînê çalakiyek pêk anîn. Di encame de 2 dagirker hatin kuştin.
Di salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk de Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li navenda Efrînê çalakiyek pêk anîn. Di encame de 2 dagirker hatin kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya HRE'yê de hate gotin, "Di salvegera 2'emîn a dagirkeriya dewleta Tirk de ya li Efrînê, hêzên me li dijî artêşa dagirker û komên çete çalakiyek xurt kirin."
Di dewama daxuyaniyê de li ser detayên çalakiyê hate gotin, "Di 20'ê Çileyê de li navenda bajarê Efrînê li dijî baregeheke leşkerî ya koma çete ya bi navê Firqet Hemzetê hêzên me çalakiyeke sabotajê ya xurt kirin. Di encamê de 2 çeteyên wê komê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Li aliyê din artêşa dagirker û komên wê yên çete bombardûman li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê kirin."