Li Hesekê ji bo 15 şehîdên QSD’ê merasîmeke hate lidarxistin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl El-Misto (Sexir Til Hemîs) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. Di merasîmê de nasnameya 14 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Tinekirina Terorê ya li Baxozê de şehîd bûbûn, hate eşkerekirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şehîd Îsmaîl El-Misto (Sexir Til Hemîs) ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajar wergirtin û bi karwanekê ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hate lidarxistin. Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û malbatên şehîdan Hisên El-Elî axivî.

El-Elî destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd çavkaniya serkeftin û azadiyê ne û meşeleyên ber bi demokrasiyê ve ne. Bi saya keda şehîdan me azadiya xwe bi dest xist. Em gelên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryan ji bo azadiyê xwe me xwîn da. Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li ser xeta şehîdan bimeşin û li rex hev şerê dijim bikin."

Bi navê Hêzên Leşkerî, fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Sayil El-Zobai axivî, soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî dijmin şer kir bi saya wan em li hemberî dîktatoran bi ser ketin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke azad û bi rûmet bidomînin."

Piştî axaftinan endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd Sexir Til Hemîs xwend û radestî malbatê kir.

Her wiha nasnameyê 14 şervanên QSD‘ê ku sala borî di şerê rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAÎŞ‘ê de şehîd bibûn hate ragihandin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne: Siûd Marûf (Hanî Hesekê), Beşar Silêman (Egîd Hesekê), Mihemed Arif El-Faris (Egîd), Samir El-Ubeyd (Agirê Hesekê), Mihemed Hiso (Dilşêr Hesekê(, Qasim Elolo (Rojhat Hesekê), Hesen Kîatan (Mihemed Hesekê), Ebdulletîf Eyo (Lorens Amed), Mihemed Sewas (Alan Hesekê), Iyad Derwîş (Dilovan Hesekê), Beşar Berko (Dêrsim Hesekê), Fadî Xilêf (Zagros), Esed El-Nezal (Alan Xabûr), Ednan El-Salih (Bahoz Til Birak).

Piştre girseya gel di nava dirûşmeyan cenazeyê şehîd Sexir spartin axê.