Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Hisên hate veşartin

Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mihemed Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a gundê Pino yê herêma Şiqeyêfê veşartin.

Bi sedan welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mihemed Hisên ku 18’ê Çileyê şehîd bûbû ji nexweşxaneya Xalid Fecir a Şêxmeqsûda Xerbî girtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û ji aliyê Hêzên Ewlehiya Navxweyî ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre  endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ferîda Hisên axivî û sersaxiya malbata şehîd Mihemed Hisên kir.

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Navxweyî Elî Abdullah soza şopandina rêça şehîdan, parastina tevahî pêkhate û dabînkirina ewlehî û aramiyê da.

Pismamê şehîd, Ehmed Suleyman jî li ser taybetmendiyên şehîd Mihemed Hisên têkoşîna wî ya pêkanîna destkeftiyên gel û berxwedana parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivî.

Piştî wê wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatî şehîd hat kirin û cenaze bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.