Yûsif: Pirsgirêka Efrînê pirsgirêka Sûriyeyê ye

Endama Desteya Rêvebir a TEV-DEM’ê Yûsif: Gelê Kurd di warê yekîtiya neteweyî de, yekîtiyeke giyanî ava kiriye. Bi tenê PYD ji Efrînê derneket, kesekî ji ENKS’ê jî nikare li wir bimîne.

Endama Desteya Rêvebir a TEV-DEM’ê Foza Yûsif di kanala Medya Haberê de ji bû mêvana bernameya Rojeva Xweser û pirsên rojnameger Dervîş Eren bersivand.

LI HEMBERÎ EFRÎNÊ HELWESTEKE BÊ EXLAQÎ HEYE

Yûsif derbarê salvegera duyemîn a dagirkeriya Efrînê de got ku “Dinya li hemberî dagirkirina Efrînê bêdeng ma. Li hemberî Efrînê helwesteke bê exlaqî heye. Pirsgirêka Efrînê, pirsgirêka Sûriyeyê ye jî. Mirovên ji Efrînê girêdayî axa xwe ne. Ew kes du sal in li Şehbayê çavê wan li axa wan e. Helwesta li Şehbayê berxwedan e û girêdayîbûna axê ye.”

Yûsif diyar kir ku di bin banê Rêveberiya Xweser de di warê çandî, civakî û siyasî de yekîtiyek hatiye avakirin. Kurd, Ereb û Siryanan hev qebûl kirine. Ev ji bo Rojhilata Navîn modelek e.”

DI WARÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ DE GEL JI PARTIYAN PÊŞVERÛTIR IN

Foza qala xebatên yekîtiya neteweyî kir û got “Gelê Kurd di warê yekîtiya neteweyî de, yekîtiyeke giyanî ava kiriye. Bi tenê PYD ji Efrînê derneket, kesekî ji ENKS’ê jî nikare li wir bimîne. Di çavê dijmin de ferqa Kurdan tune. Li wê derê Kurd yek in û dibin hedef. Gel ev tişt fêm kir. Lê hêzên siyasî ev tişt fêm nekirine. Hêzên siyasî li paş dimînin. Helwesta gel di vî warî de zelaltir e.”

HEKE PÊŞIYA TIRKIYEYÊ NEYÊ GIRTIN WÊ LÎBYA BIBE SÛRIYEYA DUYEMÎN

Foza bang li dewletên konferansa Berlînê kir û got “Heke naxwazin Lîbya bibe Sûriyeya duyemîn divê garantoriya Tirkiyeyê ya li Lîbyayê qebûl nekin. Tirkiye diçe ku derê, şer, xwîn û qirkirinê bi xwe re dibe. Tirkiye organîzetora şer e, gelo ew ê çawa bibe garantora aştiyê. Ji bo aqûbeta Lîbyayê baş be, divê Tirkiye dûrî wê derê be.”