ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser: Tirkiye rêyeke ewle li DAÎŞ'ê vekir
Cihgira Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Îlya wiha got dewleta Tirk li deverên ku dagir kiriye ji bo ku çeteyên DAÎŞ'ê derbas bibin rêyeke ewle vekiriye. -
Li ser rêya koçberiyê êşa xelkê Efrînê
Xelkê Efrînê ku 58 roj an li dijî êrîşên hovane yên bi balafir û tankan li ber xwe da, piştî dagirkirina Efrînê neçar man koçberî herêma Şehbayê bûn. Dayika Fatimê Mûrad û Erîfe Hisên qala serpêhatiya xwe kirin. -
Dagirkeran êriş birin ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ û El Nûsrayê doh êvarê êrişên dagirkeriyê birin ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî. -
Li Kobanê û Dirbêsiyê tecrîd hate protestokirin
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Koban û Dirbêsiyê yên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. -
QSD: Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 3 rojên dawî eşkere kir. QSD’ê ragihand ku êrîşên dagirkeriyê didomin. -
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî rêya M4 dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Xirbirt Kerem ê navçeya Eyn Îsayê rêya M4 topbaran dike. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Welîd Menan hate veşartin
Welatiyên Helebê cenazeyê şervanê YPG’ê Welîd Menan Temîr (Welîd Zênb) bi merasîmekê li goristanê vşeartin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrawa topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Aqîbe û Soxinekê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dike. -
Rêveberiya Mala Jinê ya Şehbayê qala karê xwe kir
Jinên Şehba yên ku gelek astengî li ber wan hene û rola wan di nav civakê de winda bûbû, îro dîsa li ser lingan in û hewl didin jinên civakê xwe pêş bixin û azad bikin. -
QSD'ê nasnameya 11 şehîdan xwe eşkere kir
QSD'ê nasnameya 11 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn eşkere kir. -
Têkoşîn û berxwedana YPJ'ê ya sala 2019'an
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkoşîn û berxwedana YPJ'ê ya sala 2019'an nirxand. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Eyn Îsayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê depoyên genim ên li gundê Qiz elî, gundên Hoşan, El Saqir, Salibî û Xalidiyê yên Eyn Îsayê bi giranî topbaran dike. Şervanên QSD'ê êrîşên dagirkeriyê yên li herêmê bersivand. -
Li Sûriyeyê di 9 salan de 380 hezar kes mirin
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji Adara 2011’an dema li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir û heta niha 380 hezar kes mirine. -
HRE bîlançoya sala 2019’an eşkere kir: 261 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya şer a sala 2019’an eşkere kir. HRE ragihand ku di sala 2019 de 261 dagirker hatine kuştin. -
Nuqteyên çavdêriyê ya Tirk hate bombekirin
Hêzên rejîma Sûriyeyê derdorî nuqteyeke ya çavdêriyê ya Tirk a li herêma Îdibê hate bombekirin. -
Li Girê Spî hêzên dagirker hatin protestokirin
Xelkê Girê Spî kuştina ciwanê bi navê Emmmer El Hecî ku beriya rojekê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû kuştin protesto kirin. Li aliyê din hate ragihandin ku divê demildest çete ji bajêr derbikevin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Tebqa bi merasîmekê veşartin
Cenazeyê du şervanên Meclîsa Leşkerî ya Tebqa yên ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, li Tebqayê bi merasîmekê veşartin. -
QSD’ê têkildarî şer û berxwedana 2019’an daxuyaniyek da
QSD’ê bîlançoya şer û berxwedanê ya sala 2019’an daxuyaniyek da. QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê windahiyên mezin dan. -
Xelîl: Hêza me ya leşkerî û rêxistinî wê xurtir bibe
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku di sala 2020'î de wê hêza wan a leşkerî, parastin û rêxistinî xurtir bibe û ji bo serketinê û pêkanîna projeya xwe hîn bi biryar tevbigerin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê Eyn Îsa bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Îstîrahet Seqir û Xalidyê yên Eyn Îsayê bi dijwarî dan ber topan. -
Di teqîna li Şehbayê de du welatiyên Efrînî şehîd bûn
Li gundê Babnis ê navçeyta Ehdas a Şehbayê Kanîwar Hisê Elûş û Semîr Menan Elûş ên xizmên hev dema dar kom dikir di encama teqîna mayînê de şehîd bûn. -
Dagirkeran bombeya gazê avêtin gelê Kobanê
Leşkerên Tirk ên dagirker ku tevî leşkerên Rûs li Kobanê li dewriyeyê geriyan, bi gaza îsotê êriş birin ser gel. -
TEV-DEM: Berxwedan rêya yekane ye li dijî dewleta Tirk
TEV-DEM'ê ragihand ku dewleta Tirk sûcê şer û qirkirinê kiriye û destnîşan kir, ji bilî berxwedanê çareyeke din nîne. TEV-DEM'ê bang li raya giştî ya navneteweyî û rejîma Sûriyeyê kir. -
Şêniyên Girê Spî li dijî çeteyên Tirk çalakî kirin
Li Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ji bo komên çete ji nava bajêr derkevin çalakiya şermezarkirinê pêk hat. -
HRE'yê li Şêrawayê çalakiya sabotajê kir: 2 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku li gundekî ser bi navçeya Şêrawayê ya Efrînê di çalakiyeke sabotajê de 2 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.