HBDH: Hevgirtina Efrînê peywira gelan e

Komîteya Rêveber a HBDH’ê bi wesîleya dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku hevgirtina Efrînê peywira gelan e.

Komîteya Rêveber a HBDH’ê bi wesîleya dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Efrînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kir. Di dema dagirkeriyê de bi hezaran kes qetil kirin, bi sed hezaran kes neçar man ku dev ji warên xwe berdin. Efrîn hate talankirin. Rejîma AKP’ê ya dagirker li Efrîn û derdora wê qirkirinê zêdetir dike. Bi hezaran kesên li Efînê ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û tu agahî ji wan nayê stendin.

Gelê Efrînê û hêzên xweparastinê li hemberî dagirkeriyê du mehan li ber xwe dan. Berxwedana Efrînê bûye hêviya cîhanê û diyar kir ku şoreşa Rojava wê tu carî neyê teslîmgirtin. HBDH ji bo parastina axa şoreşê tevî hêzên xweparastinê yên Efrînê li çeperan şer kir. Bi berxwedanê re çalakiyên li dijî dagirkeriyê zêde bûn.

Efrîn yek ji bingeha geşkirina şoreşa Rojava ye. Paqijkirina Efrînê ya ji dagirkeran peywira hemû gelên cîhanê ye. Serketina berxwedana Efrînê û derxistina dagirkeran a ji axa şoreşê, bi geşkirina têkoşîna li dijî faşîzmê pêkan e.

HBDH ji bo azadkirina axa şoreşê wê gelên Rojava û hêzên xweparastinê bi tenê nehêle.”