Li Kobanê cenazeyê du şehîdan bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ehmed Akyuz (Bawer Agir) û Reşîd Reşîd (Reşîd) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kobanê cenazeyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ehmed Akyuz (Bawer Agir) û Reşîd Reşîd (Reşîd) ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Hiwêca yê bajarê Girê Spî şehîd bûbûn, bi merasîmekê veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û banga xwedîdketina li nirxên şehîdan kir.

Di merasîmê de rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Harûn Apoyî jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û îşaret pê kir ku dagirkeriya Tirk bi hinceta parastina sînorê sûcên hovane derheqê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tîne, hemû qanûnên navdewletî û rêgezên mirovahî binpê dike.

Harûn banga domandina xeta têkoşînê û parastina herêmên ku bi keda şehîdan hatine rizgarkirin kir.

Nasnameyên şehîd Bawer û Reşîd hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê