Xelkê Efrînê dagirkeriya li Efrînê şermezar kirin

Bi hezaran xelkê Efrînê û gaziyên Berxwedana Serdemê di salvegera duyamîn a dagirkirina Efrînê de li Şehbayê bi meşeke girseyî şermezar kirin.

Li şehbayê bi tevlîbûna bi hezaran kesî û gaziyên Berxwedana Serdemê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi meşekê ya ji Dibistana Moşat û heta navenda Ajotinê ya navçeya Fafîn şermezar kirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên ‘Bi ruhê Berxwedana Serdemê û Rûmetê em ê vegerin Efrîn’, ‘Xwîna şehîdên me li erdê namîne’, ‘Efrîn dişewite kanê mafê mirovan’, ‘Hêviya me berxwedana me ye, em ê bi berxwedanê vegerin Efrînê’ û ‘Qatil Erdogan’ hildan. Her wiha wêneyên şehîdan û bi dirûşman heta navenda fêrbûna ajotinê meş dom kir.

‘HER ROJ HÊRSA ME YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ MEZINTIR DIBE’

Jina bi navê Emîne Bekir a tevlî meşê bû nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tir da û got: “Her roj hêrsa me ya li dijî dagirkeriyê mezintir dibe. Her roja me berxwedan e. Daxwaza xelkê Efrînê vegera Efrînê ye.”

Yek jı welatıyö bı navö Nûrî Hesen jî êrîş şermezar kir û got: “Ti hêz nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Em bi ax, rûmet û vîna xwe ve girêdayîne.”

Li navenda fêrbûna ajotinê piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Mihmed Neso, li ser navê Rêveberiya Herêma Efrînê Şîraz Hemo, li ser navê Kongreya Star jî Wehîde Xelîl axivîn. Di axaftinan de şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bibîranîn û soza heta vegera Efrînê ya berxwedanê dan.

Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûşman bi dawî bû.