'Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa aştî û azadiyê ye'

Malbatên şehîdan ên herêmên Efrîn û Şehbayê diyar kirin, ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûye model û gotin, tevahî gelên azadîxwaz vê modelê dipejirînin û dikin mînak.

Bi wesîleya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava malbata şehîdên Efrîn û Şehabyê coşa xwe û nêrînên xwe parve kirin. Malbatan diyar kirin ku  şoreşa 19'ê Tîrmehê ji hemû gelê herêmê re bû deriyê çareserî û yekîtiyê.

LI DIJÎ GEF Û ÊRÎŞAN HEVGIRTIN Û YEKÎTIYA GEL

Endama malbatê Şehîdan Hêvî Silêman bi taybetî salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got, “Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bû modelek. Di serdemek wiha de tevahî gelên azadîxwaz vê modelê dipejirînin û mînak dibînin. Dirûşmeya dayikên Efrînê ya ‘Em ê bê zarok bijîn, lê em bêrûmet najîn’ ku di berxwedana serdemê de berzkiribûn, şoreşa Rojava îfade dike. Ji ber ku bêrûmetî kesek qebûl nekir. Bi saya şoreşa 19’ê Tîrmehê xewnên hemû gelên li herêmê Kurd, Ereb, Turkmen û gelek pêkhateyên din bûn yek. Ji ber vê yekê li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker em ê weke gelê herêmê bi yekîtî û hevgirtinê têkoşîna xwe bilind bikin.”

‘ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ BÛ XELASIYA TEVAHÎ GELÊN HERÊMÊ’

Bavê du şehîdan Ehmed Ebdo ku piştî Efrîn hat dagirkirin, derbasî Şehbayê bû diyar kir ku 19’ê Tîrmehê pêngavek dîrokî ye û wiha axivî, “Pêwîstiya gelê Kurd û hemû gelên li herêmê bi şoreşeke bi vî rengî hebû. Pêdivî bi avakirina hêza parastinê û pergala jiyanê hebû. Ger pêngava şoreşa 19’ê Tîrmehê nehatiba avêtin, niha em li ber keviya tunebûnê bana. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû xelasiya tevahî gelên herêmê .”

‘19’Ê TÎRMEHÊ EW BIHARA GELAN A RASTÎ BÛ’

Endamê Malbata Şehîdan a Herêma Şehbayê Mihemed Wilo jî anî ziman ku bi saya berxwedana 14'ê Tîrmehê, şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk hatiye û wiha got, “19’ê Tîrmehê ew bihara gelan a rastî bû. Her wiha hemû xelkên li herêmê li dorî xwe gerand û pêşketin û yekîtiyê ava kir. Hêviyek mezin dide nifşên nû. Ji ber vê em bi ruh û can piştgirî didin vê berxwedanê û xwedî li şoreşê derdikevin. Deriya rizgarî û çareseriya Sûriyeyê bi projeyên şoreşê ve girêdaye.”

‘JIN BI BERXEDANA XWE FIKIR Û HIŞMENDIYA CIVAKÊ GUHERT’

Emel Hisên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi taybetî li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû cîhanê pîroz kir û wiha axivî, “Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa azadî, wekhevî û azadiya jinê ye. Tevahî cîhan deyndarê şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Ji ber bi saya destkeftiyên şoreşa Rojava hemû cîhan ji terora DAIŞ’ê rizgar bû. Ligel vê jî rola ku jin di vê şoreşê de lîstiye,  hêşt ku fikir û hişmendiya hemû civakê bê guhertin. Bi vê şoreşê re civak êdî zanî ku jin dikare li her qadê serkeftinê bi dest bixe."