Fermandariya Giştî ya QSD’ê şoreş pîroz kir

Fermandariya Giştî ya QSD’ê got “Divê em xwe rêxistin bikin, bi saya şehîdên xwe em destkeftinên xwe biparêzin.”

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi beşdariya nûnerên Koalîsyona Navneteweyî salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir.

Şahî bi merasîmeke leşkerî a ji hêla Yekîneyên Antîterorê (YAT) ve dest pê kir, dûre fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî axivî û salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan û li tevahî şervanan pîroz kir.

Mezlûm Ebdî got: "Dewletên dijber hewl da ji roja destpêka wê ve ku li bajarê Kobanê dest pê kir, şerê vê şoreşê bikin. Lê belê vîna hêzên me û berxwedana gelê me ew hemû plan hatin têkbirin û me li dijî hemû komên terorîst şer kir. Dewleta Tirk piştgirî dida van komên terorîst. Ji "Artêşa Azad" bigire heta bi Cebhet El-Nusra û rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, me li dijî van komên terorîst şer kir. Em îro xwe bi rêxistin dikin û potansiyala hêzên xwe ji bo parastina destkeftiyên bi saya fedekariya şehîdan pêk hatine, xurt dikin."