Eyşe Efendî: Me soz dane zarokên xwe

Eyşe Efendî di salvegera 10'emîn a şoreşê de işaret bi gef û êrîşên li ser Rojava kir û got, "Em dilsozê wê sozê ne ku li ser darbestan me dan zarokên xwe. Em ê şoreşê biparêzin."

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Eyşe Efendî bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê ji ANF'ê re axivî.

Eyşe Efendî anî ziman ku 19'ê Tîrmehê mîrateya ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê ye û got, "Di nava van 10 salan de gelek berxwedanên mezin çêbûn, komkujî li me hate kirin, em koçber bûn, ambargo li ser ma hatine danîn, li dijî tunebûnê em têkoşiyan. Li gel vê yekê me gelek destketî jî bi dest xistin. QSD, YPG, YPJ û HPC ava bûn. Rêveberiya Xweser û komun û meclîsên xwe hatin avakirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelan hemûyan dest bi jiyaneke bi hev re û bi xweseriya xwe kirin. Her gel bi çand, ziman û ola xwe cih girtin û bi vî rengî hêzeke parastinê hate avakirin. Ji her ol û zimanî dayikên şehîdan li hev kom bûn û yekîtiyek ava bû. Em bi vî rengî li ser piyan man û têkoşiyan."

JI DERSXANEYEKÊ BER BI SÎSTEMA PERWERDEYÊ VE

Eyşe Efendî bi bîr xist ku di destpêka Şoreşa Rojava de li taxa Şehîd Serhat ku wê demê navê xwe Taxa Gumrukê bû, li odeyeke li bexçeyekî bi pêşengiya mamosteyekî ji Mexmûrê dersa Kurdî ji zarokên çend malbatan re dihate dayin û got, "Hingî hin partiyên siyasî henekê xwe bi me kirin. Gotin 'We bi çar zarokan dibistanek vekirine û bi kesekî ku bi Kurdî jî nizanin dersê didin. Ji we heye ku hûn ê bi vî rengî bi ser bikevin?' Biçûk didîtin. Nêrîna me ya wê demê wiha bû; Me destûrnameya zimanê Kurdî ji şehîdan û ji 19'ê Tîrmehê wergirtine. Me soz dane û em ê îro vê soza xwe bi cih bînin. Bawerî û biryardariya ku bi çar zarokan destpê kir, niha ji dibistana seretayî heta lîse û zanîngehê bi hezaran xwendekaran dide xwendin. Di nava 10 salan de hem ji aliyê cografîk hem jî ji aliyê sîstemê ve em gelekî mezin û berfireh bûn. Her ol, ziman û çanda li vê cografyayê dikarin bi hêsanî hebûna xwe biparêzin û her kes bi hêsanî bi ziman, çand û ola xwe dijîn."

'EM LI DÛ SOZA KU ME DANE ZAROKÊN XWE NE'

Eyşe Efendî bal kişand ser êrîş û gefên li ser Rojava û anî ziman ku şer dewam dike; hîn jî destê xiyanetê dirêjî malbatên şehîdan, nirxan û destketiyên şoreşê dibe. Eyşe Efendî ragihand ku têkoşîna li hemberî vê yekê jî nesekiniye û got, "Weke her malbatên şehîdan û dayikeke şehîdan, me li ser darbestên zarokên xwe soz dan û em li dû vê soza xwe ne. Em hewl didin van destketiyan biparêzin û xwedî li vê mîrateyê derkevin. Em ê heta dawiyê xwe biparêzin û berxwedana xwe dewam bikin."