Li Şehbayê salvegera Şoreşa Rojava hate pîrozkirin
Li navçeya Fatînê ya Kantona Şehbayê bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava, şahiyek hat lidarxistin.
Li navçeya Fatînê ya Kantona Şehbayê bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava, şahiyek hat lidarxistin.
Li navçeya Fatînê ya Kantona Şehbayê bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava bi tevlêbûna şêniyên herêma Efrînê şahiyek bi coş hate lidarxistin. Şahî bi dirûşmeya “Di salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” dest pê kir. Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, alên Rêveberiya Xweser û Meclîsa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.
Di şahiyê de ewilî Koma Muzîkê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Efrînê derket li ser dikê û stranên şoreşgerî bi zimanên Erebî û Kurdî gotin.
Piştre jî endama rêveber a TEV-DEM’Ê Zelal Ceger axivî, Ceger îşaret bi girîngiya berxwedanê kir.
Endamê rêveber a Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a herêma Efrînê, Mihemed Elo jî axivî û behsa destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek destkeftî bi dest xistin, wek peydakirina aramiyê û birêxistinkirina civakê û xwespartina hêza civakê, ji bilî hêza leşkerî her wiha pêşxistina rola jinê.”
Herî dawî Koma Çiyayê Kurmênc a TEV-ÇAND a Efrînê derket li ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.