Li Şêrawa ciwanek hate revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagikrer ên bi navê Feyleq El Şam ciwanekî ji şêniyên Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revand û bir cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn.
Çeteyên dewleta Tirk a dagikrer ên bi navê Feyleq El Şam ciwanekî ji şêniyên Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revand û bir cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn.
Çeteyên dewleta Tirk a dagikrer yên bi navê Feyleq El Şam îro ciwanê bi navê Welîd Berakat Selmo yê ji gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê ya dagirkirî revand.
Hate diyarkirin ku Welîd Berakat Selmo ji ber ku destûr nedaye kesên li herêmê hatine bicihkirin sewalên xwe li zeviyên wî biçêrînin hatiye revandin.
Heta niha çarenûsa Selmo tu agahî nayê zanîn.