Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’
Li eywana Manastira Katharien a li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê lîstika şanoya yekkesî ya Kurdî ya bi navê ‘Durû’ hate lîstin.
Li eywana Manastira Katharien a li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê lîstika şanoya yekkesî ya Kurdî ya bi navê ‘Durû’ hate lîstin.
Lîstik bi mazûvaniya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) hate lîstin, temaşevanan eleqeyeke mezin nîşanî performansa hunermend Kemal Ûlûsoy dan û gelek ecibandin.
Listika yekkesî ya bi navê ‘‘Durû’’ ya yekperdeyî, durûtiyên di nava civakê de bi zimanekî mîzahî nîşan dide û têkoşîna ji bo zimanê dayikê ya dîyasporayê jî li ser dikê nîşan dide.
Lîstîk di nava xwe de temayên weke pirzimanî, dewlemendiya çandî û zehmetiyên hînbûna zimanekî nû dihewîne û rewşên cuda yên karekterên Kurd ên ji nifşên cuda yên têkildarî zimanê dayikê bi şêwazeke trajîkomîk nîşan dide.
Kemal Ûlûsoy piştî lîstikê ji ANF’ê re axivî û da zanîn bi rêya lîstika ‘Durû’ ‘’rastiyên gelê Kurd’’ ser dikê tên nîşandan û got: ‘’Zindîhiştina ziman û çanda me awayekî berxwedanê ye. Huner jî yek ji rêya vê berxwedanê ya herî bi hêz e.’’
Rêveberên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St. Gallenê jî di çalakiyê de diyar kirin ku şanoya Kurdî ya li Ewropayê di têkoşîna ziman û nasnameyê de xwedî roleke mezin e.
Her wiha li ser navê Navenda Civakê daxuyaniyek jî hate dayîn û peyama; ‘’Ji bo zindîgirtina ziman û çanda xwe em neçar in hilberîna çandî mezintir bikin. Xwedîlêderketina şano û hunermendên me, mezintirîn mîrate ye ku em pêşerojê re bihêlin’’ hate dayîn.