Çirûska jiyana nû: 19’ê Tîrmeha 2012’an

Çirûska 19’ê Tîrmehê tê wateya ku pêkhateyên herêmê ji zilm û koletiya rejîma Sûriyeyê hatine rizgarkirin. Bi taybetî Kurdên li herêmê dijîn, ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve rastî her qirkirin û tunekirinê hatin.

Çîrok li Kobanê bi dawî nebû, lê hîna destpêk bû. Çirûska şoreşê ji wê dest pê kir û çend bajarên Rojava bi taybetî Efrîn û derdora wê, piştre Qamişlo, Amûdê, Tirbêspiyê, Dêrik û bajarên din ên Kurdan, li hemberî rejîma Sûriyeyê rabûn ser piyan.

Li Rojava şer û pevçûn li navçeyên cuda derketin û di encamê de gelê herêmê şehîd bûn, hêzên rejîmê nekarîn li hemberî hêrsa gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê li ber xwe bidin û ji wir hatin derxistin. Herêm di encama serhildanên gel de, hat rizgarkirin.

Di vê navberê de rewş li seranserê welat ber bi geşedaneke din diçû, şoreşa ku di destpêkê de jê re dihat gotin ku di Adara 2011’an de ji bajarê Derayê derketibû, li bajarên bakurê Sûriyeyê dest pê kir û ji rejîma Sûriyeyê hat rizgarkirin.

ŞOREŞA KU LI GORÎ XETA SÊYEMÎN

Şoreşgerên Rojava bi hişyarî û plansaziyeke baldar li dijî rejîma Sûriyeyê dest pê kir. Bi saya vê nêzîkatiyê gelê Rojava herêma xwe ji şerekî dijwar rizgar kir û serxwebûna xwe ragihandin.

Dema ku şer û pevçûn li ser xaka Sûriyeyê zêde dibûn, gelên herêmê ji bo avakirina saziyên xwe yên siyasî, leşkerî, xizmetguzarî û civakî, ji bo birêxistinkirina jiyanê li herêmê,  ji bo paşerojeke gelê herêmê, gelê Rojava derketin qadan û tevlî nav karwanên şoreşê bûn. Piştre şoreşa li ser neteweya demokratîk hate ragihadin. 

AXAFTINA BI ZIMANÊ KURDÎ JI KURDAN RE QEDEXE BÛ 

Rejîma Sûriyeyê ku desthilatdariya wê di bin serweriya Partiya Baas de bû, bi dehan salan ku siyaseta herî qirêj li dijî gelê Rojava dimeşand, axaftina bi zimanê Kurdî ji Kurdan re qedexe dikir û ew wek biyanî didîtin. Siyaseta Erebkirinê li herêmên Kurdan di nava siyaseta yek al, yek partî û yek ziman de bû.

Lê Şoreşa Rojava derbasî qonaxeke nû ya herêmê bû, ji ber ku ji mehên destpêkê yên şoreşê ve guhertin dest pê kirin.

Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên Rojava niha herêmê bi rê ve dibin û berî her tiştî siyasetên ku xizmeta herêmê dike dişopînin. Kurdan çerxa perwerdehiyê bi rê ve birin ku her pêkhateyek bi zimanê xwe yê zikmakî fêr bibe. 

Wan hêzan bi rêya alîgirên xwe li ser xaka Sûriyeyê dest bi êrîşan kirin. Ev komên bi navê ‘Artêşa azad’ û ‘El Nusra’ li ser şoreşa Bakurê Sûriyeyê dibûn gef. Van koman êrîşên dijwar birin ser herêma Cizîrê, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên herî tund li bajarê Serê Kaniyê, Hesekê di sala 2013’an de bi pêşengiya “Eniya El-Nusra” hatin kirin. Lê dewleta Tirk piştgirî û rêberî ji van hêzên terorê re dikir.

Piştre Efrîn û Kobanê rastî êrîşên bi vî rengî hatin, lê dijwarî û êrîşên herî mezin li Serê Kaniyê, Kobanê pêk hat û xwestin xwe li hemberî hêzên YPJ/YPG’ê biceribînin lê li hemberî têkoşîna hêzên parastinê têk çûn. Bi van êrîşan hewl dan ku şoreşa Rojava têk bibin, lê piştî berxwedan û têkoşîna gelê herêmê ev hewldana wan pûç bû. 

Ji roja destpêkê heta dawiya sala 2014’an gelên herêma Rojava ji bo parastina destkeftiyên ku di çirûska şoreşê de bi dest xistine, li dijî êrîşên ku li ser herêmê dihatin kirin her tim li ber xwe dan. 

ŞERÊ KOBANÊ 

Li bajarê Kobanê şerê li dijî DAÎŞ’ê dest pê kir, ku di salên 2014 û 2015’an de li Sûriyeyê û Iraqê belav bû û herêmeke berfireh ji herdu welatan dagir kir. Artêşa Iraq û Sûriyeyê nekarîn xwe li ber wan êrîşan bigirin.

YPJ/YPG’ê piştî israr û têkoşîna xwe ya li bajarê Kobanê, baweriya civaka navdewletî bi dest xistin, li gelek bajarên bakurê Sûriyeyê, bi taybet li bajarê Girê sipî û Minbicê DAÎŞ têk birin. Reqa, gundên bakurê Dêra Zorê û bi dehan bajarok û navçeyên din ji destê terorê rizgar kirin. 

AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRAT 

Bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di sala 2015’an de hate avakirin, erka têkbirina DAÎŞ’ê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilda ser xwe û bi awayekî serkeftî erkê xwe bi cih anî. Hevsengiya hêzê li herêmê guherî. Îradeya Şoreşa Rojava bi ser ket û şoreş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû.

Piştî tunekirin û têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên herêmê ji bo avakirina formeke îdarî ya taybet ji bo herêmê ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike, kar kirin. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê 7 Rêveberiya Xweser ên bi navê Firat, Cizîr, Efrîn, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê hene.

Pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Çerkez, Sûryan û Ermenî bingehê van rêveberiyan pêk tînin û ev cara yekem e ku rêveberiyek bi vî rengî tê avakirin û erkên birêvebirina vê herêmê bi cih tîne.

Dibe ku encama herî diyar û girîng a şoreşê ev şêwe bû ku gel bi awayekî rasterast û wekhev beşdarî birêvebirina herêmên xwe bibe. 

Her wiha beşdariya rasterast a şêniyên herêmê di parastina axa xwe de, di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de yek ji tiştên ku di encama şoreşê de derketine tê dîtin.

Niha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina herêmê û li hemberî hemû gefên derve girêdayî rêveberiyên xwe ne û ev yek bû sedema serkeftina şerê li dijî DAÎŞ’ê. Ji ber ku gelên herêmê li ber xwe didin û têkoşîn û berxwedaniyeke bêhempa dan meşandin.

Di beşa perwerdeyê de siyaseta perwerdehiyê ji serdema beriya şoreşê gelekî cuda bû, ji ber ku niha li dibistanan sê ziman tên hînkirin: Ermenî, Erebî û Kurdî. Pergala perwerdehiyê jî bênavber domiya, tevî ku herêm ji çend salan ve di şer de bû, berovajî herêmên din ên Sûriyeyê ku bi salan dibistan venebûn, bi taybetî yên ku di destê DAÎŞê de bûn.

GEFÊN LI SER ŞOREŞÊ

Hê gefên li ser Şoreşa Rojava nesekinîbû, gefên dewleta Tirk a dagirker, DAÎŞ û komên çete yên El-Qaîde pêk hat. Ji roja destpêkê ya şoreşê heta roja îro, partiyên herêmî ji bo têkbirina şoreşê û têkbirina destkeftiyên ku bi dest xistine, bi polîtîkayên dijminane dest ji hewldanan têkbirina îradeya gel û têkbirina şoreşa Rojava kirin. 

Dewleta Tirk a dagirker Şoreşa Rojava ji bo xwe xeter dibîne, ji ber wê bi her awayî dixwaze şoreşê tune bike û gelên herêmê ji rastiya wan dûr bixe. 

Her wiha çend aliyên weke Îran, rejîma Sûriyeyê, Rûsya û welatên din ji hemû tiştên ku li vê herêmê diqewimin hez nakin, lewra dem bi dem herêm dibe qada aloziyan û di navbera pêkhateyan de dixwazin nakokiyan çêbikin. Mezhebên li herêmê jî di bin sîwana Rêveberiya Xweser û fikra Netewa Demokratîk de bi hev re dijîn.

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ ŞOREŞA JINÊ YE 

Bi şoreşê re jinan hewl dan gav bi gav ber bi vê jiyana mezin ve biçin; jixwe neteweya demokratîk, siyaseta demokratîk, pergala hevserokatiyê, hêza parastina cewherî, komun, meclîs, gundên xweser yên jinan û avakirina kooperatîfan jî îfadeya herê rast a vê rastiyê bû.

Vê pêngava serdemê ne tenê feraseta gel da guhertin û pêş xist, di heman demê de guhertinek her alî a mêjî û rih jî bi xwe re da çêkirin; jiyana ku li ser van axan hatibû bêwatekirin, bi wate kir.

Cûdahiya vê Şoreşê ya ji gelek şoreşên din yên cîhanê ev rastî bû. Rastiya ku weke tovek li ser erdeke dewlemend ji nû ve hat nûjenkirin, ev şoreş jî wisa jiyanek ji nû de li ser van erdan bişkivand. Lê, vê carê hinek bi zehmet, bi jan, bi ked, bi berxwedanî û bi xwîna şehîdan hat avdan û ev erd bi destê qehremanan hat xwedîkirin.

Rêveberiya PYD’ê ya herêma Firatê, Nesrê Derwîş diyar kir gelên herêmê dihatin tunekirin û ji ber vê Şoreşa Rojava dest pê kir û got “Di heman demê de jin di her warî de dihatin perçiqadndin. Di warê çand û ziman de hatibûn tunekirin. Jin tenê weke amûreke di malê de dihat bikaranîn. Ji ber wê jinê di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de koletî qebûl nekir û gihişt asteke ku jin nîvê civakê ye û jin aliyên ziman û çandê di serî de dikare bi her awayî xwe bi pêş bixe.”

Nesrê diyar kir ku jinan koletî qebûl nekirin û mafê xwe xwestin û got “19’ê Tîrmehê li ser fikr û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate avakirin ku her pêkhate dikare bi reng û zimanê xwe, xwe bi rê ve bibe. Gel pergala yek al û yek ziman qebûl nekir û li hemberî pergala Beas daketin qadan. Rejîma Beasê hatibû asta ku Kurdan tune bike, ji ber vê jinan, kal û pîran û hemû kesan li hemberî vî tiştî serî hildan.”

DI ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DE ROLA RAGIHANDINA JINAN

Endama Ajansa Hawarê ya herêma Firatê, Dîjle Ehmed jî diyar kir di dîrokê de her dem li ser Kurdan şîddet û qirkirin hatiye kirin û got “Ji ber vê jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpêkê bi rêya Kurdan hate destpêkirin. Rejîma Beasê Kurd tune dihesiband lê piştî ku şoreşa bi navê Bihara Ereban hate destpêkirin, bi wê re jiyana nû jî hate destpêkirin.”

Dîjle bal kişand ser vî tiştî ku şoreş di sala 2004’an de hatiye destpêkirin û got “Wê demê di navbera Kurd û Ereban de fesadî hate kirin, gelek kes şehîd û birîndar bûn. Şoreş wê demê hate destpêkirin.”

Dîjle qala karê çapemenî û medyayê ya wê demê jî kir û got “Dema ku nûçegihanan meşên gel dişopandin, gelek rojnamevan ji aliyê rejîmê ve hatin destgîrkirin. Bi dehan Kurdan di zindanan de jiyana xwe ji dest da.”

Dîjle diyar kir ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li parçeyê herî biçûk ango li Kobanê şoreş hate destpêkirin û got “Piştre gelek dever hatin rizgarkirin. Rejîm ji saziyan hatin derxistin û li her saziyekê alaya TEV-DEM’ê hate hildan. Rejîmê nekarî xwe li ber gel bigire û ji wir derket. Piştre çirûska şoreşê berdewam kir û li gelek herêmên din jî şoreşê dest pê kir. Çirûska şoreşê piştre derbarê Reqa, Tebqa, Minbîc û Dêrazorê bû. Şoreş ne bi tenê ji bo Kurdan ji bo hemû pêkhateyên herêmê bûn. Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez û Aşûr êdî wê bikaribin xwe bi reng û zimanê xwe bi rê ve bibin.”

Dîjle qala xebatên di qada çapemenî û medyayê de jî kir û got “Berê bi tenê saziyekê karê ragihandinê dikir û ew jî ne fermî bû. Piştî wê gelek ajans, radyo û televîzyon hatin vekirin. Berê bi 5 rojnamevanan kar dihat meşandin lê a niha artêşeke rojnamevanan heye. Di dema rejîmê de çapemenî û medyayê rûyê rastîn ê qirêj a rejîmê me teşhîr dikir niha jî em rûyê dewleta Tirk a dagirker teşhîr dikin. Erka me rojnamevanan a yekemîn ev e ku em ê êrîşên li ser herêmê ragihînin ji raya giştî re. Gelek rojnamevanan di çeperên şer de cih digirtin û gelek ji wan şehîd jî bûn. Em rojnamevanên vê herêmê sozê didin şehîdên xwe ku em ê xebatên xwe geştir bikin û hemû êrîşên li ser herêmê jî teşhîr bikin.”