PYD û Kongra Star peyamên pîrozbahiyê dan
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongra Starê bi wesîleya 10. salvegera Şoreşa Rojava peyamên pîrozbahiyê weşandin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongra Starê bi wesîleya 10. salvegera Şoreşa Rojava peyamên pîrozbahiyê weşandin.
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro bi daxuyaniyekê 10’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir. Di daxuyaniya PYD’ê de şehîdên Şoreşa Rojava bi minetdarî hatin bibîr anîn û hat gotin; “Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe yên ji bo mîsogerkirina jiyana birûmet canê xwe feda kirin, ditewînim. Em mîmarê vê şoreşa demokratîk Rêber Abdullah Ocalan û lehengên li eniyên şer li dijî dijimin li ber xwe didin, silav dikin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku gelê Kurd li Kobanê dest pê kir, çirûska yekemîn e ku rêya xwebawerî, azadî û demokrasiyê li pêşiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ronî kir û hat gotin: “Şoreşa ku keç û xortên Kobanê dest pê kir, îsbat kir ku altirnatîfa herî guncaw a sîstemên zordestiyê yên navendî û hêzên dijberiya wan sîsteman îdia dikin e. Em xwediyên vê xakê ne, em rêgeha jiyana xwe bi îrdaya xwe xêz dikin, zordestî û tarîtiya serdemên navîn red dikin. Tîrêja şoreşê li Efrîn piştre li herêmên Cizîrê belav bû û bû Şoreşa Rojava.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew meşaleya ku gelê Kurd li Rojava pê xistiye, ji bo tevahiya pêkhateyên herêmê yên zilma komên tarî dikişînin bû nimûne û modelek û wiha berdewam kir: “Lê vîna azad û israr û hêza civaka rêxistinkirî garantiya serkeftina li dijî dijminê gelan e. Rêveberiyên Xweser ên Demokratîk piştre jî pêşketina pergala parastinê ku pêkhate gihand vê astê niha di Sûriyê û çareseriya siyasî ya Sûriyê de ye. Hemû hewldanên dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vala derketin.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku yek ji berhemên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê bûye modelek ji bo pêkanîna îstiqrar, aştî, jiyana hevbeş û biratiya gelan li Sûriyeya yekbûyî ku pêdiviya hemû sûriyan pê heye. Her wiha ew ji nimûneya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e jî.
Yên ku li ser xwîn û xêr û bêrên gelan xwe xwedî dikin, naxwazin ev tecrubeya ku hêviyên gelan ên jiyana bi rûmet bi ser bikeve. Ji lewre em dibînin ku ew hemû rengên fitneyê, destirêjiya li dijî şêx û zarokan pêk tînin, qirkirina etnîkî li dijî hemû pêkhateyan pêk tînin û şerê taybet dimeşînin da ku projeyên xwe yên valakirina herêmê, guhertina demografiyeyê pratîze bikin.
Îro dewleta Tirk a dagirker êrişî şoreşa civakî dike û hewl dide destketiyên gelan têk bibe. Lê çawa ku li dijî mezintirîn rêxistina terorîst a li cîhanê "DAÎŞ" bi ser ketin, em ê bi vîn û yekîtiya gelan şoreşa xwe jî biparêzin.
Em bang li hêzên demokratîk û azadîxwaz ên cîhanê dikin ku li hember zêdexwaziyên Erdogan bi me re bin û ji bo mayîndekirin û berdewamiya vê şoreşê ku ji bo tevahî mirovahiyê bûye hêvî, piştgiriya me bikin.
Em salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Em soz didin gelê xwe ku em ê rêya bi deh hezaran şehîdên xwe bişopînin yên ku bi saya wan em îro gihaştine vê astê. Em bang li hemû pêkhateyên xwe dikin ku li dor şoreşa xwe kom bibin, ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî destdirêjiyan tê û bi wê yekê hemû pîvanên mirovî û exlaqî binpê dike.”
PEYAMA KORDÎNASYONA KONGRA STAR
Kordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî da û Şoreşa Jinê li gelê Kurd, mirovahiya pêşverû û hemû jinan pîroz kir.
Di daxuyaniya Kongra Star de, şehîdên şoreşê bi mînet hatin bibîranîn û hate gotin ku wê nirx û destketiyên şehîdan ji bo wan canê xwe dane biparêzin, jiyana azad ku xeyala şehîdan e veguherînin rastiyê.
Di beşek din a daxuyaniya Kongra Star de bal hatiye kişandin li ser rola jinê ya pêşengiya şoreşê kirî û hatiye gotin; “Berî her tiştî, di destpêkê de jinan bi awayekî xweser û serbixwe di nava şoreşê de xwe rêxistin kirin û cihê xwe têde girtin, bi vî awayî rengê xwe dan şoreşê. Rastiya şoreşa Rojava kirî şoreşa jinê ev e, ango diyalektîka xweserî, rêxistin û azadiyê ye. Ji ber ne wekî kes, bi awayekî xweser û serbixwe xwe ji nû ve vesazkirin, karîn di jiyana civakî û siyasî de, bibin kirdeya guhertinekî radîkal.
Di pêvajoya şoreşê de jinan sîstema xwe avakir. Şoreşê bi awayekî hîn şênbertir nîşanê me da ku sîstema jin a konfederal û mekanîzmayên wê yên xweser, bingeha sîstema demokratîk a giştî, ekolojik û azadiya jinê ava dike. Ji ber vê yekê di nav giştî de jî, rêxistina jin a xweser û serbixwe, xwedî cihekî stratejîk e. Ji ber vê yekê, di rewşa heyî de, bîryar, polîtîka, parastina cewherî û di bîryarên din ên civakî de, rêxistinîbûna jin û tevlîbûna wê xwedî cihekî diyardeye.
Şoreşa me ya jin, pîvanên sazîbûna wekhevî û azadiyê bi awayekî şênber derxist holê. Şoreşê tenê bala xwe neda ser pirsgirêkên statuya rêveberiya xweser û ya siyasî, di heman demê de di pêvajoya ji nû ve avakirina pêvajoya sîstema demokratîk jî, bi xwe re guhertin û veguhertinekî civakî tîne. Hêza rêxistina jina çalek nûnertiya bingehîn a vê guhertin û veguhertinê dike.
Şoreşa me di vê wateyê de, hêza jin a cewherî û potansiyela wê nîşan da. Şoreşê nîşanda ku, îrada jin, di çareseriya pirsgirêkên civakî û avakirina sîstema demokratîk de, çiqasê bibandor û pêşenge. Ji vî alî ve, şoreşa 19’ê Tîrmehê, hêzên guhertin û veguhertina civakî derxistin holê.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi peygala hevserokatiyê û hêza parastina jin ya xwe wek YPJ rêxistin dike û destketiyên şoreşê diparêzin hatiye kirin û ew tişt hatine ziman; “Şoreşa 19’ê Tîrmehê her çiqasê li Rojava di pêşengiya jinên Kurd de pêşketibe jî, bi demê re bû şoreşa hemû jinên heremê û heta ya jinên cîhanê. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ji Rojava destpêkir û li hemû cîhanê deng veda. Destpêkê li Bakur û Rojhilatê Sûriye, li car aliyê cîhanê jin li şoreşê xwedî derket in. Ji vî alî ve, şoreş ji bo tevgerên jin ên cîhanê, bû cihê hilim standinê û derketinek pê da kirin. Lêgerîna sîstema alternatîf a tevgerên jinên cîhanê û ji bo çarçoveya teorî û sazîbûn, zanistekî nû û zihniyetekî hevpar avakir. Niha ya girîng ewe ku ev zemîn di asta herêmî û gerdûnî de bê pêşxistin.”
Di dewamê de hatiye gotin ku şoreş bûyereke domdar e û wiha berdewam dike; “Şoreş, ne bûyerek bû û xilas bû. Şoreş hîn tamam nebûye. Me hîn pirsgirêka xwe ya hebûn û azadiyê çareser nekiriye. Ji milekê ve di destpêkê de faşîzma dewleta Tirk-hêzên paşverû û dagirker, ji bo şoreşa me bifetisînin êrîşên xwe berdewam dikin, ji milê din ve hîn em bi êrîşên civakî yên ciddî re rû bi rû dimînin. Şoreş, pêvajoyekî avakirinê ye û em jî hîn li serê wê pêvajoyê ne. Sîstemekî demokratîk a ji hemû aliyan ve ji dasthilatdariyê hatiye şûştin, ji bo gihandina rastiyekî civakî ya çêkerekî siyaseta demokratîk a her ferdekî civakê digre nav xwe, zihniyeta zilamê desthilatdar û zayendperestiya civakî derbaskirî, her roj û her seat têkoşîn bikin û her deqe em têkoşîna xwe kûr bikin.”
Daxuyaniya Kongra Star wiha bi dawî dibe: “Wekî Kongra Star em parçeyekî tevgerên heremî û cîhanî ne. Wekî em ji têkoşîna azadiya jinên cîhanê û hevgirtina wan hêz digrin, bi ceribandin û serketinên xwe ve dibin çavkaniya îlhamê. Bi wesîleya salvegera şoreşa me ya jin, em dixwazin girêdana wê ya bi diyaletîka kurewî ve hîn xurtir bikin. Armanca me ewe ku em sedsala 21'an bixin serdema şoreşa jinê. Ji ber vê yekê, komkirina ceribandinên têkoşîn û civakîbûna jinê, di asta heremî û kurewî de, hevdû tamamkirin û avakirina zemîna rêxistina hevpar pêwîstiyekî lezgîn e. Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê ya ji Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ve hatî pêşniyarkirin, formîla sîstemekî dikare vê pêwîstiyê bîne cih. Di nav sîstemekî wisa konfederal de, hem lingên tevgerên jin ên civakî, ango heremî bûna wê dikare bihêzbike, hem jî dikare di milê kurewî de tifaqên demokratîk pêşbixe. Em di wê îdîayê de ne ku di nav pêşengên avakirina vê sîstemê de cihê xwe bigrin!
Dema em 10. salvegera şoreşa xwe pêşwazî dikin, herema Bakur û Rojhilatê Sûriye û wekî gelên têde jiyandikin, em rûbirûyên gefên dagirkirinekî nû a dewleta Tirk re ne. Hêzên navnetewî, bi awayekî veşartî an jî eşkere êrîşên dewleta Tirk a faşîst destek dikin. Em wekî Kongra Star dibêjin li dijî hemû êrîşan a giring hêza gel cewherî, îrada cewherî û parastina cewheriye. Wekî bersiva şîara Şoreşa Şîlî, a ku dibêje "Çi hêz nikare bi gelekê rêxistinkirî" (El Pueblo Unido Jamas Sera Vencido) dibêjin ku çi hêznikare bi gelê di bingeha şerê gelê şoreşgerî de xwe rêxistin kirî. Em di pêşengtiya jin de rêxistina xwe mezin bikin û şerê gelê şoreşgerî bilind bikin, rênedin dagirkeran, bi têkoşîna xwe heremên xwe yên di bin dagirkeriyê de rizgar bikin! Bangawaziya me ji hemû jin û gelên cîhanê re, wekî dûh, îro jî em şoreşa me ya ji hemû mirovatî, taybet jî a jinan re bûye hêviyek mezin, hêz û îlham dayî biparêzin û hevgirtina wan bihêz bikin!
Ev şoreş a me hemûyan e! Ji ber vê yekê, em bi hev re li dijî hemû êrîşan bisekinin!
Di 10. salvegera şoreşa jin de, em destketiyên wê biparêzin û zêde bikin! Em agirê meşaleya li Kobanê pêketî gur bikin, sedsala xwe vegerînin serdema şoreşa jin!
Dawiya dagirkeriya faşîst bînin, tecrît û îşkenceya Îmraliyê parçe parçe bikin! Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan bikin, wekî gelê Kurd