'Di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de jina Kurd bû nimûneya jina ji xwe bawer'

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Bûtî li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî û diyar kir ku di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de jinê gelek destketiyên mezin bidest xistin û bû nimûneyeke ji jina ji xwe bawer.

Di dîrokê û li hemû cîhanê gelek şoreşên bi nav û deng hene û bi hezaran gelên ku ji bo azadiya xwe têkoşîn kirine hene. Gelê Kurd jî ji wan gelên ku ji bo azadî, ax û welatê xwe her tim li berxwe dane û têkoşîn kirine. Ji dîrokê û heya niha gelê Kurd her tim rastî qirkirinê tê û li hemberî wê serî hildane. Gelê Kurd bi berxwedaniya xwe tê naskirin, ji ber ku di her şoreşeke wê de xeta berxwdanê li pêş bûye.

Herî dawî li Rojavayê Kurdistanê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku di destpêka sala 2011’an destpêkir û bû riya rizgariya gelan ji siyaseta qirkirin û îmhakirina ku li ser wan dihate meşandin. Di vê şoreşê de serketinên mezin çêbûn, her wiha bû mînakek ji bo şoreşên cîhanî. Ji ber ku ev şoreş bi îradeya gel hatiye birêxistinkirin. 

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ BI ŞOREŞA JIN TÊ NASKIRIN

Beriya şoreşa Rojava jinê nikarîbû rola xwe ya jiyanî an jî siyasî an leşkerî bilîstiba, ji ber ku civaka jin tê de jiyan dikir li ser zihniyeteke desthilatdar xwe avakiribû, ji bo wê reng û mafên jinê yên rewa nedihate qebûlkirin. Heta gihîştibû asteke welê ku xwezaya jinê li gorî berjewendiya xwe guhertibûn.

Lê piştî şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin hat pênasekirin, jin hate naskirin û rola xwe di şoreşê de pêkanî û di her cihî de rengê xwe belav kir û heta bigihîje asta ku îro jinên Rojava ji jinên cîhanê re bibin mînak. 

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Bûtî li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî. Welîde di axaftina xwe de diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ê ku sala xwe ya 10. tije dike bi ked û berdêlên giran heta roja me ya îro berdewam dike. 

Welîde diyarkir ku şoreşa Rojava di nav xwe de gelek şoreş pêk anîn û got; “Bi taybet di warê jin de bû derfeteke mezin ku jin xwe ji bin zilm û zordestiya zilamsalariyê  derbixe. Ji ber ku rewşa jin beriya şoreşa Rojava zehmet bû; jin ji aliyê kesên ku zihniyeta wan li ser esasê desthilatdariyê bû weke milk dihate dîtin û li derdora jinê sînor dabûn çêkirin da ku jin xwe nas neke û her tim kêm bimîne. Lewma jin tenê di navbera çar dîwaran de mabû û di aliyeke din de sîstema desthilatdar ku her tim  jin diçewisand kir ku jin ji xwe bê bawer bibe. Lê ji ber hejmarek jinên Kurd bi şoreşa azadiyê re têkildar bûn û tevgera azadiyê naskiribûn, ev bû zemînek ku di şoreşa Rojava de jin dengê xwe bilind bike û guhertinan zû bi dest bixe.”

‘JINA KURD PÊŞENGIYA ŞOREŞA ROJAVA KIR’

Welîde bal kişande ser pêşengiya jina Kurd a ji bo şoreşa Rojava û wiha axaftina xwe domand; “Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de jina Kurd pêşengî ji şoreşê re kir û bû numûneya jina xwe bawer û têgihîştin û pênaseya ku li ser jinê hatibû ferzkirin vala derxist û gihîşte asteke wisa ku jina Kurd di vê şoreşê de cihê xwe di hemû aliyan de bigire. Ji bo wê şoreşa Rojava weke şoreşa jin tê pênasekirin.”

Welîde Bûtî di dewamê de got; “Ji ber di cewhera jinê de enerjiyeke veşartî hebû, ew enerjî di şoreşê de hate birêxistin kirin û gelek guhartin û pêşketin di nav civakê de dan avakirin, her wiha jinê li ser jinên cîhanê di aliyê zanistî de bandoreke mezin kir û bi riya wê gelek desketiyên mezin hatin avakirin.” 

JINA KURD LI HEMBER HEMÛ ÊRÎŞAN LI BERXWE DA

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Bûtî di axaftina xwe de destnîşan kir ku jina Kurd li hember hemû êrîşan li berxwe da û destanên dîrokî nivîsand û hêza xwe ya leşkerî “Yekîneyên Parastina Jin” ava kir. Bûtî wiha pêde çû; “Ev bû sedem ku dengê wan di cîhanê de bilindtir bibe. Her wiha di nav sîstema Rêveberiya Xweser de bû cihê baweriyê ku civakê birêve bibe. Dîsa di her saziyekê de sîstema hevserokatî hate avakirin da ku jinên ji hemû pêkahteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn tê de cih bigirin û têkoşîna azadiyê bilindtir bikin.”

DESTKETIYÊN ŞOREŞ Û JINÊ BI SAYA FIKR Û FELSEFEYA OCALAN ÇÊBÛN 

Welîde diyar kir ku ev desketî hemû ji felsefeya azadiyê tê ku bi riya wê hêzeke jinê hat avakirin û got, “Fikir û felsefeya Rêber Ocalan ku bi riya vî fikirî jinan karîn bibin xwedî bawerî û di nav civakê de bibin hêza guhartinê ya ji bo pêkanîna civakek azad û demokratîk a ku di hedefa sîstemên desthilatdar û hegemon de ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Endama Koordînasyona Kongra Starê Welîde Bûtî ev bang kir, “Divê têkliyên me bi jinên cîhanê û yên demoratîk re xurtir bibe da ku em bi hev re têkoşîna azadiyê bilind bikin û hêza mezin ê di kesayeta jina azad û berxwedêr de bidin pêş. Em hêza xwe bikin yek û li hemberî êrîşên faşîzmê û dagirkiriyê ku dixwazin destketiyên ku bi berdêlên giran hatine bidest xistin têk bibin, têbikoşin.”