Heyva Sor a Kurd êrîşên dagirker protesto kir
Heyva Sor a Kurd êrîş û gefên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, şermezar kir.
Heyva Sor a Kurd êrîş û gefên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, şermezar kir.
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga girtina qada hewayî li ser herêmê, Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek li avahiya xwe ya li Qamişloyê da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji demekê ve rûbirûyî gefên dewleta Tirk a dagirker in. Ew gef bi xwe re encamên mirovî yên karesat li ser Sûriye û dewletên cîran bîne. Ji ber di bakurê Sûriyeyê de zêdetirî 100 hezar koçber û penaber di kampên belavbûyî yên li herêmê de hene, her wiha bi sed hezaran koçberên Ii kamp û cihên ne fermî û ji nasnameyên cuda hene.
Ruxmî kedên ji hêla hevkarên me yên di rêxistinên mirovî yên ne hikumî de, di warê alîkarîstendinê de em ditengijin. Ew yek pirî caran bi xwe re encamên neyênî li ser xebatên mirovî û xizmetguzarî tînin, ji ber piranî herêmên ji bakurê Sûriyeyê hîna ji ber zehmetiyên ewlehî û bêîstîqrariyê nikarin xwe bigihînin wan.
Çi êrişeke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi xwe encamên karesat û pêlên koçberiyê yên mezin bîne.
Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku van êrişan bi dawî bikin û qada hewayî ya li herêmê bigirin da ku tu qirkirin û koçberiya şêniyên herêmê çênebin da ku li herêmê ewlehî, aştî û azadî pêk were.”