Cîhan Xelîl: Gel xwe ji Rewşa Awarte re amade dike
Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Cîhan Xelîl diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hestyariya ‘em ê xaka xwe biparêzin’ bi aktîv tevlî seferberiyê dibe.
Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Cîhan Xelîl diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hestyariya ‘em ê xaka xwe biparêzin’ bi aktîv tevlî seferberiyê dibe.
Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Cîhan Xelîl têkildarî Rewşa Awarte û helwestên gel a li Rojava hatiye îlankirin ji ANF’ê re axivî.
Xelîl bal kişand ser gef û amadekariyên dewleta Tirk a dagiker û got: “Til Rifat, Minbic û Kobanê hedef tê nîşandan. Gefên tehdîdê cidî digirin dest. Tûrên dîplomatîk ên dewleta Tirk a ji bo êrîşê dewam dike. 19’ê Tîrmehê çû Tehranê hevdîtin kir.”
Xelîl destnîşan kir ku ev yek li ber çav hate girtin û Rewşa Awarte hate îlankirin û bibîr xist ku ji ber dagirkerî û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji xwe di nava mercên rewşa awarte de bûn û ev anî ziman: “QSD, YPG û YPJ di warê leşkerî de tedbîrên xwe digirin. Wek gel jî amadekarî hatine kirin. Rêveberiy Xweser plan û projeyên xwe yên 2022’an da sekinandin û kete pozîsyona şer. Zêdetir kar li ser depokirina derman, erzax û mercên şer kar tê kirin. Ji bo vê Rewşa Awerte di nava vê yekê de ye.”
Xelîl da xuyakirin ku bi îlankirina Rewşa Awar te re hestyariya gel zêdetir bû wiha domand: “Gel diyar dikin ku li kûderê bin em ê li mala xwe û welatê xwe tedbîrên xwe bigirin, ketine nava liv û tevgerê. Gel dibêjin; ‘Em ê li mal û cihê xwe bi hêzên leşkerî re têkoşîn bikin’. Gel tunelan çêdike û ezraq kom dike. Di ferq rewşê de ne, hemû amadekarî tê kirin. Em ê bi hêza gel û biryardariyê bigihêjin armancên xwe.”