Şêniyên Minbicê: Em ê li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin
Şêniyên Minbicê gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Em ê li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin."
Şêniyên Minbicê gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Em ê li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin."
Êrîş û gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Şêniyên Minbicê derbarê gef û êrîşên dagirkirinê de ji ANF’ê re axivîn û bang li raya giştî kirin ku li ber pîlanên dewleta Tirk a dagirker ên guhertina demografiya herêmê rabin. Her wiha destnîşankirin ku wê li dijî êrîşên dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin.
‘DAGIRKER ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKE‘
Jina bi navê Nicmê El Îbrahîm a Kurd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan hemû mafê jiyanê binpê dike û got: “Êrîşên dagirkeran li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike, lê belê bi taybet bajarên Minbic, Til Rifat û Kobanê kiriye hedefa êrîşan. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê sivîlan dike hedef û bi vê yekê dixwaze herêmê bide valekirin.“
‘LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ÇETEYAN BI CIH DIKIN‘
El Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker çawa ku li herêmên dagirkirî yên weke Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrînê aramiya gel xirakiriye, dixwaze li herêmên ewle jî aramiya gel xira bike û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk piştgirî dide çeteyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û wan li navçeyên dagirkerî bi cih dike. Her roj balafirên xwe li ser esîmanên herêma me difirînin û sivîlan hedef digirin."
‘EM DEV JI AXA XWE BERNADIN‘
Di berdewam axaftina xwe de El Îbrahîm da xuyakirin ku ew gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên wan tê kirin qebûl nakin û wiha dawî kir: “Hêza me yê leşkerî û şervanên leheng ên ji herêma Minbicê hene ku bersivên herî xurt bidin êrîşan. Wek gelê Minbicê em ê dev ji axa xwe bernedin û destûr nedin ku axa me bê dagirkirin. Em bang li rêxistinên mafê mirovan yê navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê xwedî helwest bin.“
‘EM Ê LI GEL ŞERVANÊN XWE LI BER XWE BIDIN‘
Fadiya Resûl a Tirkmen jî anî ziman ku tevahî cîhan dizane ku bi salan e dewleta Tirk gefa êrîşan dixwe û got: “Dewleta Tirk bi berdewamî gefên operasyonê li dijî herêmên me dike. Em van êrîş, gef û binpêkirinên li ser herêmên me şermezar dikin. Em weke gelê bajarê Minbicê bi hemû pêkhate, mezheb û olên di bajar de dijîn, ji bo her êrîşeke leşkerî li dijî herêma xwe amade ne. Em rê nadin ku dagirkirî were axa me ya aram û ewle dagir bike. Em bi giştî ji bo parastina ax û gelê xwe amade ne û teslîm nabin. Em û gelê Minbicê amade ne ku li gel hêzên xwe yên leşkerî di çeperan de li ber xwe bidin.”
‘DAGIRKER DIXWAZIN HERÊMÊ BIDE VALEKIRIN‘
Semêr Hebaq a Çerkez jî li ser gefên êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmê axivî wiha got: “Em gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bi taybetî bajarên Minbic, Til Rifat, Kobanî û Eyn Îsa şermezardikin. Yek ji armancên van êrîşan bêhêzkirin û valakirina herêmê ye. Îro jî dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên gefxwarinê qutkirina avê û zextên aborî dixwaze vîna gel têk bibe. Yê ku piştgirî da DAIŞ û komên terorîst ji bo kontrolkirina herêmê dewleta Tirk e. Îro jî heman rêbazê dişopîne û zextê dike da ku Minbicê, Tel Rifat û Kobanê dagir bike. Her wiha dixwaze destkeftiyên siyasî bi dest bixe û dixwaze di hilbijartinan de bi ser bikeve û ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî zextê li Ewropayê bike. Bi Ewropayê re ji bo berjewendiyên xwe bazariyê li ser penaberan dike.”
Hebaq da zanîn ku li herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin ew dijîn û got: “Li herêmên me aramî, rêxistinbûna gel, nêrîn û fikrê azad esas tên girtin. Dizî, kuştin, revandin tune ye. Di demên dawî de av li ser herêmên me qut kirin. Vê yekê bi zanabûn dikin. Ji ber bandorê li çandiniyê dike. Ceyrana herêmê tê birîn. Em gelê bajarê Minbicê û bi giştî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re ne.”
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN‘
Nûra El Hamîd a ji pêkhateya Ereb e destnîşan kir ku projeya xweseriya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne li gorî berjewandiya dewleta Tirk e û got: "Li ser bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê heta dawî em ê li dijî gef û êrîşan li ber xwe bidin. Dewleta Tirk bi top û balafirên keşfê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber bombebaran dike. Di encama êrîşên balafirên bêmirov a bombebarkirî de gelek malbat, mêr, jin û zarok jiyana xwe ji dest dane. Bi taybetî li bajarên wek Minbic û Til Rifatê ev êrîş pêk hatin. Lê divê were zanîn gef dê bandorê li vîna me û biryara me yê jiyanê neke. Em ê li ser şopa berxwedana şehîdên xwe bimeşin û li ber xwe bidin.”